Fethullah Gulen jiyana xwe ji dest da

Malpera Herkulê ragihand ku Fetullah Gulen ê ku Tirkiye wî bi darbeya 15’ê Tirmehê sûcdar dikir, miriye.

 Fethullah Gulen jiyana xwe ji dest da
21 cotmeh, 2024   10:56
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di hesabê X yê malpera Herkulê de hat diyarkirin ku Fetullah Gulen miriye. 

Hat  daxuyandin ku Fethullah Gulen ê 83 salî ku Tirkiyeyê radestkirina wî ji Amerîkayê xwestibû, li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku lê dima, mir.

Li gorî nûçeyê malpera Herkul a ku berdevkiya Gulen dike, Gulen rakirine nexweşxaneyê û li wir miriye.

Biraziyê Fethullah Gulen, Ebuselam Gulen jî di hesabê xwe yê medya dîjîtal de mirina wî piştrast kir.