Dîmenên sûcên li dijî Kurdan ên li Tebqayê hatin belavkirin

Di vîdeoyekê de hat belgekirin ku çeteyên hikumeta demkî li dijî sivîlên Kurd ên li Tebqayê sûcên mezin kirine.

23 ÇILE, 2026   13:44

Çalakvanan li ser medyaya dîjîtal vîdeoyek parve kir ku tê de tê xuyakirin çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê sûcên mezin li dijî sivîlên Kurd ên li bajarê Tebqayê kirine.

Vîdeo tawanên wekî bêrêziya li hember cenazeyên çend qurbaniyan nîşan dide ku binpêkirineke aşkera ya prensîbên mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye.

Di videoyê de xuya dibe ku çete bêrêziyê li cenazeyan dikin, her wiha bêrêziyê li hin Kesan jî dikin.

Dîmena ku hatiye weşandin, bû sedema hêrseke mezin di nava çalakvanan û raya giştî de.

Çalakvanan diyar kir ku ev kiryar sûcên giran ên li dijî sivîlan in û bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên navneteweyî yên têkildar kir ku ji bo parastina sivîlan destwerdanê bikin û rewşê li ser erdê bişopînin.

(k)