Dîmenên çalakiyeke gerîla hatin weşandin
Gerîla TV’yê dîmenên çalakiyeke gerîla ya li Metînayê weşand ku li dijî artêşa Tirk a dagirker hate kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabûn:
"22'yê Nîsanê saet di 14.40'an de li herêma Metînayê çeperên dagirkeran ên ji qada Girê Çarçel heta herêma Metînayê ku di pozîsyona êrişê de bûn, bûn hedefa drona kamîkaze ya Yekîneya Şehîd Axîn Mûş. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn."