Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Malbat û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
25 nîsan, 2025   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, didome. 

Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da. Di heman demê de xwişka Omer Hayrî Konar, Emîne Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî bi heman daxwazê serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê da.

Mafê hevdîtina bi malbatan re yê Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, bi hinceta “cezayên disiplînê” tê astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’ê de 8 caran li Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ji bo 3 mehan cezayê disiplînê hate dayin û hevdîtinên bi malbatan re hate astengkirin. Tevî hemû serlêdanan jî hincetên cezayên disiplînê û hejmarên dosyayan bi parêzeran re nehatin parvekirin. Herî dawî jî parêzeran di cotmehê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Dadgeriyê ragihand ku di 16’ê cotmeha 2024’an de “cezayê disiplînê” yê ji bo 3 mehan ê nû li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn. Têkildarî “cezayê” hatiye dayin tu agahî nehatin parvekirin.

PIŞTÎ 4 SALAN HEVDÎTIN HATE KIRIN

Malbata Rêber Abdullah Ocalan hevdîtina rû bi rû ya herî dawî di 3’yê adara 2020’an de û hevdîtina li ser telefonê jî di 25’ê adara 2021’ê de kiribû. Piştî 4 salan, biraziyê Rêber Abdullah Ocalan, Omer Ocalan di 23’yê cotmeha 2024’an de hevdîtina rû bi rû kir. Di hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku tecrîd hêj didome.

Piştî vê hevdîtinê, di 31’ê Adara 2025’an de cara duyemîn hevdîtina malbatê hat kirin. Hevdîtin, bi boneya vejna Remezanê hat kirin. Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziye wî Omer Ocalan çûn hevdîtinê. Di heman demê de birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Sabîha Aslan jî hevdîtin kirin.