Şandeya Bakurê Kurdistanê wê rêzehevdîtinan pêk bîne

Endamên şandeya ji Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ku duh hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyar kirin ku ew ê di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Abdullah Ocalan de hevdîtinan pêk bînin û wiha beşdarî konferansa Kurdî bibin.

Şandeya Bakurê Kurdistanê wê rêzehevdîtinan pêk bîne
25 nîsan, 2025   11:06
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir, Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Wekhevî û Demoratîk a Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, Parlementerên DEM Partî Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, duh derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. 

Endama şandeyê Salîhe Aydenîz der barê serdanê û beranmeya şandeyê de agahî dan ANHA`yê.

Salîhe Aydenîz Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di 19`ê Kanûnê (2024) li ser rêya Bendava Tişrînê-bajarê Sirînê de di encamê êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn, bi bîr anî û diyar kir ku ku herdu rojnamevanan ji bo ragihandina rastiyê xebat dimeşandin, lewma hatine hedefgirtin.

`EM JI BO SERLÊDANÊN BANGA RÊBER ABDULLAH OCALAN Û KONFERANSÊ HATINE`

Salîhe Aydenîz bi bîr xist ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirkêka Kurd “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kiribû, wan jî wekî DEM Partî ji bo fêmkirina bangewaziyê li hemû parçeyê Kurdistanê û cîhanê serdan û hevdîtin dane destpêkirin. Salîhe Aydenîz da zanîn ku wan heta niha 3 caran li Başûrê Kurdistanê hevdîtin kirine û niha jî bi heman armancî derbasî Rojava bûne. Salîhe Aydenîz anî ziman ku di bernameya wan de hatina Rojava hebû, pêkanîna konferansa Kurdî rastî vê plansaziyê hatiye, lewma ew ê hem tevlî konferansê bibin û hem jî hevdîtinên xwe pêk bînin.

DÊ SERDANA GELEK CIHAN BIKIN

Salîhe Aydenîz destnîşan kir ku ew ê serdana partiyên siyasî, Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl, ragihandin, rêxistinên jin û ciwanan, rewşenbîr, nivîskar û akademîsyenan bikin. Aydenîz da zanîn ku li Rojava bi têkoşîna gelan şoreşek pêk hatiye, ew dixwazin guhertinên ku bi vê şoreşê re li herêmê çê bûne nas bikin û ji her kesî re raghînin.

`EM DAXWAZ DIKIN CARÊN DÎTIR JÎ WERIN ROJAVA`

Salîhe Aydenîz anî ziman ku ew dixwazin ji bo pêşketina pêvajoya aştiyê çend carên din jî werin herêmê û got: “Pêwîs te jî em werin, daxwazên me jî hene ku nûnerên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî were Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.”

`WÊ KONFERANSA YEKRÊZIYÊ GAVA SEREKE YA BANGEWAZIYÊ BI CIH BÎNE`

Salîhe Aydenîz bal kişand ser pêkanîn Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û got: “Ev konferans ji bo yekîtiya Kurdan pir pêwîste. Di bangewaziya Rêber Ocalan de jî hatiye gotin ku sereke divê gelê Kurd yekîtiya xwe ava bike. Bi vê konferansê wê gava yekemîn a pêkanîna bangewaziyê pêk were. Konferansa yekîtiyê ji bo parçeyên din ên Kurdistanê wê bibe mînak û emê vê mînakê li Bakur jî pêş bixînin.”

`GAVA YEKEMÎNE JI BO KONGRA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ`

Salîhe Aydenîz di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku pêkanîna konferansê di dema niha de gaveke watedar û dîrokî ye, Şoreşa Rojava di Rojhilata Navîn de Kurd kirine aktorê sereke, divê ev şoreş û destkeftî werin parastin û wiha got: “Pêkanîna konferansa yekîtiyê li Rojava, gava yekemîne ji bo avakirina kongra neteweyî li Kurdistanê.”

(a)

ANHA