Dîmenên çalakiya gerîlayên azadiyê

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke sabotajê ya ku gerîlayên HPG’ê li herêma Xakurkê dijî artêşa Tirk pêk anî bû, weşandin.

Dîmenên çalakiya gerîlayên azadiyê
26 kanûn, 2024   11:21
NAVEN NÛÇEYAN

Gerîla Tv dîmenên çalakiya gerîla ku di encamê de 5 leşkerên dagirker hatibûn cezakirin û 3 jî birîndar bibûn ,weşandin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê çalakiya ku 22’yê Hezîrana 2024’an hatibû pêkanîn de ev agahî parve kiribûn:

“22'ê Hezîranê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li qada Şehîd Qehreman a herêma Xakurkê operasyonek hate destpêkirin. Hêzên me dagirker xistin bin kontrolê û saet di 14:00 de bi rêbaza sabotajê lê dan. Di çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran li vê derê bombeyên mijê bi kar anîn û mirî û birîndarên xwe ji qadê birin. Saet di 14:30'î de careke din çalakiya sabotajê hate kirin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakiya ku di encamê de bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker birîndar bûn ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi armanca silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê hate lidarxistin."