Dilzar Dîlok: Eger xweparastin nebe şoreş nabe

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok diyar kir ku heta xweparastin nebe, rêxistiniya di asta herî baş de nebe şoreş pêk nayê û destnîşan kir ku xweparastin ji kesekî di re nayê hiştin.

Dilzar Dîlok: Eger xweparastin nebe şoreş nabe
4 tîrmeh 2024   08:41
NAVENADA NÛÇEAYN

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok têkildarî 'Deklarasyona Xweparastinê' ya Koordanîsyonên KJK û PAJK'ê mijara girîngiya xweparastinê ji ANF'ê re nirxand.

Desthilatdariya mêr a hegemon, gav bi gav Şerê Cîhanê yê 3’yemîn pêş têxe. Di asta civakî, siyasî, ekonomîk, hiqûqî û hwd de çi bandorê li jinan dike? Gelo em dikarin Şerê Cîhanê yê 3’yemîn weke şerekî li dijî jinan, binirxînin? Divê mirov asta metirsîdar a rewşê çawa binirxînin?

Destpêkê ez hezkirin, hesret û rêzdariyên xwe pêşkêşî Rêber Apo dikim ku hebûna me bi wate kir, cesed zindî kir û wate li madeyê bar kir. Ez dubare soz didim ku bibim layiqê şehîdên me yên mezin ên ku ev nirx afirandine. Ez li ber bîranînên wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînim.

Dîsa ez fermandar û şervanên YJA Starê bi rêzdarî bi bîr tînim ku zanista xweparastinê di lûtkeyê de dijîn, esas digirin ku xeta Rêbertî pêk bînin, ji bo vê yekê kêlî bi kêliyê têkoşîna azadiyê di şert û merc û demên herî zehmet de dimeşînin. Ez hevrêyên me şervanên azadiyê jî silav dikim ku bawer dikin wê bi pêşengiya jinê azad bibin û dîsa bawer dikin şerê ku mêran daye destpêkirin wê ji aliyê jinê ve were qedandin û bi vê baweriyê şer dikin.

Em dikarin vê yekê bi zelalî bêjin: Yên di vî şerî de serketin bi dest xistine, jin in. Ji ber ku dema jin di van ezmûnên azadî û jiyanê yên zehmet de derbas dibûn, hêzeke mezin a îrade û şerkirinê bi dest xistin. Gavên civakbûneke nû hatin avêtin. Li Kurdistan û Rojhilata Navîn a ku şerê cîhanê yê 3’yemîn lê dijwar e, şer kirin û di demên herî dijwar ên şer de bi hîs-fikirên herî bedew, bi hestên azadiyê yên herî paqij beşdarî şer bûn û cewherê xwe lê zêde kirin. Bûn îspata wê yekê ku em ê teqez bi ser bikevin.

Bê guman ji roja ku mirovahiya cîhanê bajar, dewlet û çîn ava kirî û vir ve, şer diqewimin. Îro şerê cîhanê ya 3’yemîn a em di nav de jî, şerekî ku li dijî jinan û civakan tê meşandin e.

KJK û PAJK’ê di meha Nîsanê de deklarasyoneke hevpar weşand û bang li hemû jinan, rêxistinên jinan kir ku xweparastinê rêxistin bikin, şoreşa jinê mezin bikin û bi ser bixînin. Di vê wateyê de em dikarin binirxînin.?

MANTIQÊ RÊVEÇÛNÊ YÊ ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3'YEMÎN

Pêvajoya şerê cîhanê ya 3’yemîn sîstematîka hilberandina krîzan û sazîkirina hegemonyayê ya li herêmê ye. Krîza diafirînin û dibêjin em ê çareser bikin. DYE’yê bi armanca “anîna demokrasiyê” diçe Iraq û Efganistanê. Mirov mînakek rojane bide, wê baştir be. Dewleta Tirk a qirker bi saziyên xwe re bi sîstematîk û bi pêkanînên faşîst li dijî gelê Kurd qirkirinê pêk tîne. Ji çavkaniyên enerjiya xwezaya Kurdistanê enerjî tê hilberandin û vê enerjiyê nadin Kurdan. Şewata ku di raporê de hate diyarkirin ku ji ber stûnên elektrîkê derketiye, ji aliyê wî bi xwe ve hate derxistin. Ew bi xwe jî ji bo vemirandina agir nayê -ku beriya hefteyekê ji bo şewata daristana Çanakkaleyê gelek hêz-derfet xistibû dewrê- ew bi xwe kesên ji bo vemirandina şewatê tên, nagire qadê û rêyan jî digire. Ew bi xwe li mirinên mirov-lawir-zindiyan temaşe dike. Li serde jî ew bi xwe dixwaze biçe şînê û birûne. Bê guman Kurd êdî gurgên ku bi gur re dixwin û bi şivan re digirîn û qilifê xwe guhertine, nas dikin. Gelê me walî û cendirme ji cihê şînê kirin der, heta ku kesê dawî ji derî derketî hêrsa xwe nîşan da. Şerê cîhanê yê 3’yemîn bi vê mantiqê dixebite, krîzê derdixe, bêaramiyê ava dike û xwe weke mîmarê aramiyê nîşan dide. Dema piştre jî xwe vedikişe enqaz li holê dimîne. Piştî DYE’yê xwe ji Efganistanê vekişand rewşa mirovan a li wir tabloyeke wisa derxist holê ku dîroka mirovahiyê ya cîhanê û tevgerên azadiyê nikarin wê tabloyê ji bîr bikin. Ku berdêla wê herî zêde jin didin.

Her qada jiyanê hate veguherandina qadên ku van krîzan xwe lê afirand. Talana xwezayê, pirsgirêkên ekolojîk mezin dike. Dewlemend hîn zêdetir dewlemend dibin û ferq û cudahiyên çînî kûr dibin.

Li pişt medyaya sanal û cîhana pêwendiyan “xwe gihandina zanistê”, ji tiştên dayîn mirovahiyê hîn zêdetir wergirt û weke hilweşîneke exlaqî zivirî. Dest bi guhertina çêkera mejiyê mirov kir. Bê guman civak û jinên ku xwe, cewherê xwe û rastiya xwe winda nekirine, jiyana bi van sîsteman re qebûl nakin. Ji ber vê yekê ye ku her diçe têkoşînên li dijî sîstemê bi rengekî cur be cur didomin.

KURDISTAN DI NAVA ÊGIR DE YE

er çendî ku şerê cîhanê yê 3’yemîn di salên ‘90’î de destpê kiribe jî di sala 2023’yan de bi lez bû. Şerê Sûriyeyê nehate qedandin, veguherî qadeke ku dewletên cîhanê lê kozên xwe parve dikin. Ku Kurdistan tam di nîva vî agirî de cih digire. Şerê Rûsya-Ûkraynayê bi hemû tundiya xwe û di rastiyê de bi bêwatebûna xwe dewam dike. Şerekî tirsnak dewam dike ku ji aliyê Hamasê ve hate destpêkirin û Îsraîl jî li bendê bû. Şerê Ermenistan-Azerbaycanê heye. Li Efganistanê dijminê jin û civakê Talîban anîn ser desthilatdariyê, li parzemîna Efrîqayê jî bê navber êrîş-derbeyên leşkerî diqewimin. Di serî de welatên Abya Yala, li gelek welatên cîhanê partiyên rastgirên tund tên ser desthilatdariyê û welatên mîna Lubnan, Iraq, Yemen û Sûdan jî welatên ku şer lê bi dawî nabin in. Li cihê ku şer lê heye komkujî jî heye, li cihê ku şer lê heye xizantî heye, hilweşîna ekolojîk heye, komkujiya xwezayê heye, komkujiya kedê heye, li cihê ku şer lê heye tecawuz, fûhûş heye. Evane hemû jî ew dem in ku herî zêde jin lê tên qetilkirin. Di odaka hemûyan de, jin hene.

Hebûn, cur, rastî, yanî jin a ku ev qas li navenda jiyanê ye, çima divê xwe biparêze?

Ji ber ku li dijî jinê êrîşeke bi sîstem û rêxistinkirî heye. Yê êrîş dike, kî ye? Sîstema di bin desthilatdariya mêr de ye. Desthilatdariya bi dewlet-bi çînî ye. Ev êrîş xwedî dîrokeke hezar salan e. Em nikarin wisa tevbigerin mîna ku ev êrîş, ev komkujî, tundî û hovîtî nînin. Ji ber weke neyî tevgerkirin, taklîdkirina mirinê ye. Lê em dijîn, hene. Yanî em nemirine. Eger em nemiribin, wê divê em di asra herî baş, rast û têrker de ji bo jiyanê fêrî xweparastinê bibin.

Dibêjin, “Ger mirovek êşa xwe hîs bike zindî ye, ger êşa kesek din hîs bike mirov e”, bawerim gotina wisa bû. Ev tespît ji bo jinan tê guhertin, yanî berfirehtir dibe. Em jin ne tenê êşa kesên din, ne tenê êşa yên li deverên cuda, em êşa zindiyên di demên cuda de jî parve dikin û hîs dikin.

Ev me vediguheze avabûneke nû û bêhempa. Hîn em çêdibin, zêde dibin, di nava gelektiyekê de dibin ez-tu. Ev yek me dike xwediyê potansiyela ku bi hestên mezin bijîn, û helbet em pê re dibin xwediyê şans-derfeta pratîkkirinê jî. Em dikarin wiha jî bêjin: Eger jinek tenê û timî bi feraseta “ez” bifikire, wê demê dibe mêr û dibe dîlgirtiyê mejiyê mêr. Ji ber ku di nava feraseta “ez” de mayîn, dil û mejî dicemidîne. Ev jî tezahura çêkerên desthilatdar û zihniyeta desthilatdariya mêr e.

SÎSTEMA SERWERIYA MÊR LI PÊŞIYA HERIKÎNA XWEZAYÎ DIBE ASTENG

Her mirovek dema ji dayik dibe, hebûnek e. Bedenî û ruhî ye. Her du jî naîf in. Muhtac in. Herî zêde pêdivî bi dayikê dibîne. Piştî nefesa xwe ya destpêkê, şîrê dayika xwe dimije. Hem xwestek û daxwazên wî/ê pêk tên, hem jî derfetê domandina hebûnê bi dest dixe. Dema şîrê xwe yê destpêkê vedixe, dersa xwe ya jiyanê ya destpêkê wergirtiye. Jiyan bi dayikê re di garantiyê de ye. Xwestek, xwestekên hebûnê bi dayikê re dikarin pêk bên. Pênaseya dayikê tê wateya garantîkirina jiyanê û pêkanîna xwestekan. Helbet ev pênase û çêkera ruhî ya girêdayî pênaseyê ava dibe, wiha dewam dike û pêkan e ku ev yek tevlî jiyana xwezayî ya hebûnê jî bibe. Lê dîsa ji ber sîstema desthilatdariya mêr, herikbariya xwezayî pêkan nabe.

DÛRBÛYÎNA JI XWEBÛNÊ

Astengkirina jiyanê, pêknehatina xwestekan, pêkneanîna xwestekan, li şûna pêdiviyan îkamekirina tiştên cuda, tundî û zext tê. Dîsa dema daxwaz tê pêkanîn, hingê ji heqîqeta ku tam dide derdikeve û vediguhere heqîqeteke ku êş dide. Fêmkirina destpêkê, wateya destpêkê ya di hafizayê de xira dibe. Hesta baweriyê parçe dibe. Xew direvin. Mêr jî her ku mezin dibe ji ew mirovê pasîf û lawaziya xwe ya derûnî dûr dikeve û dibe hebûnekî nû. Vediguhere tişta ku êş dide, êş û bêbaweriyê ava dike. Jin jî hingî mezin dibe û dibe jin, parçetir dibe. Ji ber ku sîstema ku wê ji nava civakê digire, her diçe zêdetir êş dide, ber bi jiyaneke hîn bêewletir ve dehf dide, hîn bêhtir zirar dide û vediguhere hebûnekî ku bi temamî ji dayika xwe dûr dikeve û êş dikêşe. Di vê serdemê de jin bûyîn, bi xwe zanînê ve tê wateya êş kişandinê. Hûn li kîjan erdnîgariyê bin ev wiha ye. Hin cudahî hebin jî, cewherê wê wiha ye. Şeklê wê yê li Parzemîna Ewropayê û şeklê wê yê nîvgirava Ereb, bê guman wekhev nîne. Lê şêwazê dûrketina ji cewherê xwe, heman e. Li her du parzemînan jî jinbûyîn, tê wê wateyê ku timî rû bi rûyê êrîşekê bimînin.

ŞERTÊN HEBÛNÊ

Êrîş bi sîstema desthilatdariya mêr destpê dikin, bi çewisandinê tê domandin. Şikil dayîna di nava malbatê de, navê kevneşopî-tore-çand-faktora derdor û hwd digire. Her wiha kafesa ku bi çav nayê dîtin, ji aliyê saziyên dewletê ve tê afirandin û ev yek ji bo jinan tê wateya mirinê.

Li hemberî van hemûyan, şertê hebûnê; pêşxistina zanebûn, xweparastin û rêxistinbûnê ye. Di vê wateyê de deklarasyona Xweparastinê ya ku bi rengekî hevpar ji aliyê KJK-PAJK’ê ve hatî weşandin, ronahiya manîfestoyeke jinê ye ku jina azad çawa bijî. Divê em wiha fêm bikin. Tenê sade rojane nîne, vê demê jî baş tîne ziman û di wê tarzê de ye ku nîşan dide karakterê serdemê divê çawa be.

Jin çawa dikarin sûdê ji krîz û kaosa ku modernîteya kapîtalîst dijî, sûd wergirin?

Em dikarin wiha bêjin: Modernîteya kapîtalîst bi xwe tişteke ku nayê domandin. Tiştên ku bêne mêtingehkirin, piştî demekê diqedin. Yanî ji bo ku qadên mêtingeriyê ava bike, krîzê diafirîne. Ev taybetmendiya herî karakterîstîk a modernîteya kapîtalîst e.

Lewma xwediyên modernîteya kapîtalîst dixwazin pênaseyên mîna “krîza pir” û “rêveberiya krîzê” pêş bixin û normalîze bikin, veguherînin parçeyekî jiyanê, bi vî rengî potansiyela têkoşîn û şoreşê bihelînin. Veşartî yan jî bi eşkere, şêwazên desthilatdariya faşîst bi gotina “rêveberiya krîzê” tên servîskirin, weke toneke bêzirar li bîra civakê tê bicihkirin û rewakirin. Bi vî şêwazê jî tê xwestin ku pêşî li serhildan û şoreşên civakê bê girtin. “Çareserkirina krîzê” yan jî “ji holê rakirina krîzê” na, lê gotin û stratejiya “rêveberiya krîzê” ji bo hêzên hegemon qadeke tevgerê ya bêhempa ava dike.

TÊKOŞÎNA ÇÎNÎ Û AZADIYA JINÊ

Xizankirina civakê, di nava civakê de malbatan muhtacî sîstemê kirin, bi heman rengî di nava malbatê de jinê hîn zêdetir muhtacî sîstemê û mêr dike. Ev, yek ji rêbazên esas a sîstema desthilatdar e. Ev xizantî ji berxwe ve çênebûye. Mirov di asta têrker de nikara xwe av, xurek û şert û mercên jiyana bi tendurist bi dest bixe. Sedemê vê yekê jî encama polîtîkayên sîstema heyî ye.

Pir girîng e ku rêxistinên jinan xizaniya jinan bikin rojevê. Ji ber ku xizankirina jinê rêbazeke ku fuhûşê belav û rewa dike. Li aliyekî yên ku bi navê dewlemendên cîhanê cîhana dijîtal diafirînin hene, li aliyekî yên ku bi dewlemendiyê mat dibinînin ku çi bikin, pereyan dicûn û daqurtînin hene. Li aliyê din kesên birçî hene. Ev rewşa bêhevsengî- ev dînitî encama pergalê ye. Jiyan weke çem e. Derfetên ku jiyan pêşkeşî mirov, heywan û hemû zindiyan dike, weke çem e. Her kes dikare di kêleka vê çemê de bi qasî pêwîstiya xwe av vexwe. Eger nikare bixwe û hinek jî setilan tijî bikin, birijînin cîhên din, qirêj bikin û hinek jî tî bibin ev ne asayî ye. Xizanî ne asayî ye. Têkoşîna çînî ya îro têkîldarî rakirina vê pergalê ku vê xizaniyê diafirîne ye. Di koka vê têkoşîna çînî de azadiya jinê heye. Rêbertiya me Îdeolojiya Rizgariya Jinê di sosyalîzmê de weke vebûnê raber kiriye û pêş xistiye. Ji ber ku di koka çînîkirin, afirandina çînên jêr ên sedsala 21’an, xizanîkirina civakê de dijminatiya jinê heye.

Di nava vê sîstema krîzê de jinbûn çi ye, hişmendiya jinbûnê çawa dikare were pêşxistin?

Jinbûn zehmet e, hişmendiya jinbûnê û bi vê hişmendiyê jiyîn hê zehmetir e. Bê guman hişmendiya jinê têkîldarî gihiştina wateya jiyanê ye. Her jina ku Rêbertî fêm dike, hîs dike, daxwaza jiyana pê re di kûrahiiya dilê xwe de hîs dike, wiha ye. Ji bo ku îro bigihîn vê wateyê, bigihîn hişmendiya jinbûnê, ji bo asta ku em dibêjin biafirînin, divê li dijî êrîşên desthilatdariya mêr xwedî hişmend bin, birêxistinkirî bin û karibin xwe biparêzin û birêve bibin.

Xweparastin ne tenê rewşa îqnabûna li ser parastinekî ye. Xweparastin bi rêxistinbûnê, birêxistinbûna bi xebata di nava girseyên jin ên herî berfireh de, li dijî her curê êrîşan plankirina parastinê, dema pêwîstî hebe bi şekle herî profesyonel de xwe birêxistinkirin û amadebûna şer pêkan dibe.

Eger em di aliyê têkoşîna me ya azadiyê de bigirin dest em dikarin wê bibêjin. Eger xweparastin nebe şoreş nabe. Di şoreşê de kêmbûn çêdibe, hinek kar dikarin bên taloqkirin. Lê eger xweparastin nebe şoreş nabe. Xweparastin nayê taloqkirin. Heta ku xweparastin di asta herî baş de neyê birêxistinkirin şoreş nabe. Weke têkoşîna azadiya jinê divê li her qadê ku em lê birêxistin bûne, xweparastin bê rêxistinkirin. Eger komek jin dibe xwedî hişmend û zemîna siyaseta demokratîk diafirîne, ev tê wateya ku li wir zemîna xweparastinê jî heye.

XWEPARASTIN NABE KU BÊ TALOQKIRIN

Sernaveke din a girîng jî ew e ku xweparastin dewrî kesekî din nayê kirin. Xweparastin dewrî kesekî din nayê kirin, ji mêr re qet nayê kirin. Eger jin xweparastinê tenê ji mêr re bihêle, ev tê wateya teslîmbûna ji sîstemê re. Her zindî li dijî êrîşa fîzîkî ya li ser xwe, divê xwe biparêze. Ji ber vê yekê bi gotina “Gerîla lê bixe, Kurdistanê azad bike” nabe. Gerîla pêşeng e, wê her tim jî pêşengiyê bike. Lê nabe ku tevahiya xweparastinê li ser milê gerîla bixêlin. Kurdistan hişmendiya welatekî ye, lê jê zêdetir jiyaneke ku em dikarin lê azad bijîn e, bersiveke watedar e ku em pirsa çawa bijîn bidin. Heqîqetekî ku bi xwe avakirina her kesekî re pêkan dibe. Û ev avakirin karê her kesî ye. Armanc, xeyal, hesret û erka her kesî ye. Gerîla pêşengê vê karê ye, pêşengê karê avakirina Kurdistanê ye. Lê ne ew tenê çêker e. Divê ji vê şaşiyê rizgar bibin. Rizgarnebûyîn, kar bi tenê hiştina ji gerîla re, hiştina ji hêzekî din re, piştî demeke rewşa hêvîkirinê ji dewlêtê jî biafirîne. Di rastiyê de eşkerebûna hêza cewherî ya gel asteng bike. Helbet parastina gel û destkeftiyên gelê me erka me ya herî eslî ye. Lê pêkanîna şoreşê berhema gel e.

Tevgera azadiyê guhertinên mezin afirand. Li aliyekî hewl dide bide fêmkirin ku hêza gerîla, bi qasî ku hêza pêşeng e ne hêza yekaneye ku dikare şoreşê bike, vê bi gel re bike, gerîla encax dikare pêşengiyê ji gel re bike, bi îqnakirin û dane fêmkirina vê yekê hewl da gerîla aresteyî Şerê Gelê Şoreşgerî bike û dike. Li aliyê din jî hewl dide li gel bide fêmkirin ku divê gel vê yekê tenê ji gerîla hêvî neke, bixwe jî li pey pêşengê biçe lê jê zêdetir dixwaze bide fêmkirin ku bixwe hêza bingehîn û girseyî ya şoreşê ye û hewl dide li ser vê bingehê gel perwerde bike.

MEZINKIRINA NIRXAN WEZÎFEYEKE

Bêguman ev ne tenê xebat û plansaziya serdemekî ye. Xebata afirandina zihniyetekî di nifşekî, gelekî, çaxekî û tevahiya mirovahiya cîhanê de ye. Zihniyet şoreş bi xwe ye. Di vê wateyê de weke tevgera azadiya jinê asta ku em îro gihiştîne, weke di deklerasyona hatiye weşandin de hatiye teyisandin, nîşan dide ku em di qonaxeke girîng a şoreşa xwe ya azadiyê de ne. Asta heyî girîng, watedar û mezin e, lê hê mezinkirin, mayîndekirin û sîstematîkirina nirxên hatine bidestxistin di nava karên ku divê bên kirin de ne.

Mînak em çawa dikarin şoreşê li Rojavayê Kurdistanê mayinde bikin. Bêguman bi tevlîkirina gel li rêxistinên avakirina şoreşgerî, bi tevlîkirina gel zêdetir ji xebatên avakirinê re, bi fermîkirin, belavkirin û bi xurttir xwedî lê derketina li pergala hatiye avakirin û perwerdekirina nifşên nû di bingeha zihniyeta vê pergalê de..

DIVÊ HER JIN KARIBE XWE BIPARÊZE

Ne rast û ne bes e ku parastina gel bi tenê ji saziyên artêşê yên rêxistinkirî re bê hiştin. Ji bo jinan hêza YJA-STAR hêza bingehîn a parastinê ye. Kurdistan û Rojhilata Navîn garantiya azadiya jinê ye. Pêwîste li her parçeyê hêzên xweparastinê yên birêxistinkirî yên jinan hebe ku heye jî. Bi vê yekê re divê her jinek fêrî parastina xwe bibe, ji bo vê birêxistin bibe, rêxistinên sivîl ên xwecihî ava bike. Jinên ciwan ên li taxekê dijîn, helbet dema ku li dijî wan hewldana tacîz, destdirêjî an jî êrîşên netewperestî çêbibin wê nemîne hêviya hatina YJA-STAR’ê. Divê teqez jinên ciwanên li her taxê birêxistin bibin, bi hevre tevbigerin û xwe biparêzin.

Yên ku xweparastina xwe radestî hêzên din bikin, nikarin azad bibin. Mînaka vê li cihanê pir in. Mînak ne DYE û ne jî Talîban nikarin jinên Efxanîstanê biparêzin. Jixwe jinên Efxanîstanê jî di zanebûna vê yekê de ne, rêxistinbûna xwe mezin dikin, tevî êrîşên paşverû yên Talîbanê jî têkoşîna xwe didomînin.

WEZÎFEYA DIKEVE SER MILÊ ÇAPEMENIYA JINÊ YA AZAD

Sernavekî din a di mijara pêşxistina hişmendiya xweparastinê jî pêşxistina hişmendîkirina berbelav a hemû jinan di vê mijarê de ye. Mînak em tevgereke 50 salî ne, sazûmaniyên birêxistinkirî yên jinan ên 40 salî hene, lê hîna hin beşên ku em negihiştine hene. Gelê me ji nebûnê hebûna xwe çêkir, di nava şoreşan de şoreş dît, lê hîna şoreşên ku bên kirin hene. Beşên ku em nikarin vê vebibêjin hene. Ji ber vê yekê erkên girîng dikeve ser milê çapemeniya jinên azad. Divê çapemeniya jinên azad xweparastinê bikin rojevê. Em dizanin ku awayê fîzîka jinên xebatên çapemeniya azad dixebitin, bigirin heta gotinên wan, ji tarzê jiyana wan bigire heta karê ku dikin, di bin êrîş û gefên pergala desthilatdariya mêr de ye. Dîsa em dizanin ku ev kar bi zehmetiyên mezin tên kirin. Ev rewş jî zêdetir pêwîst dike ku xweparastin di rojevê de bê girtin.

 Di vê mijarê de xebatên girîng têne kirin, mijar di rojevê de tê girtina dest, tê nîqaşkirin. Dîsa me li hin televîzyonan hin dosyayên vegotinê yên li ser anîmasyonên bi mijara xweparastinê temaşe kir. Li dijî kesên ku ji bo destavêtin û destdirêjiyê xwe nêzî jinan dike divê jin xwe çawa biparêze. Bersiva vê sade û baş bû. Ev rêbaz divê hîn zêde bêne xurtkirin û bi rêbazên afirîner bêne dewamkirin. Her jin divê hîn bibe ku ji aliyê fîzîkî ve xwe biparêze. Ji bo vê jî divê taktîkên xweparastinê hîn bibe. Li aliyê din mîna ku rêxistiniyên jinan ên rêxistinbûyî bilêv dikin divê jin bi hev re tevbigerin, rêxistinbûyî bin, li dijî sîstema mêr bi tenê tevnegere. Divê teqez têgihiştina em hebe û bi wî rengî tevbigere.

PARASTINA NIRXÊN AZADIYÊ

Divê hişmendî, taktîk û teknîkên xweparastinê, parastina rêxistinî, hişmendiya kolektîf, parastina bi rêxistinî, parastina yên din bêne hînbûn. Ji bo vê jî hînbûna hişmendiya zayendî, hişmendiya jinbûyînê, wate û nirxên wê gelekî girîng e. Jinên ku îro bi aqlê mêr tevdigerin û di destê faşîzmê de ne zerarên ku bide mirovahiyê gelekî zêde ye. Ji ber vê jî yek ji şertên bingehîn ew e ku jin bibe ya xwe, bi aqil û dilê jinê tevbigere û bi hesta jinê ya hevpar jiyanê ava bike.

Ev mijarên gelekî girîng in. Lê belê ji vê jî girîngtir parastina nirxên rêbertî, nirxên azadiyê, nirxên jin a azad e ku hatine afirandin.?

DIVÊ EM NIRXÊN RÊBERTÎ BIPARÊZIN

Rêberê me ji bo me her tişt e. Nirxê me yê herî mezin e. Li hemberî êrişeke yekser an jî neyekser a li dijî Rêberê me û nirxên me yên Rêbertî divê em van nirxan biparêzin. Ev yek ji bo me hinceta hebûn û nebûnê ye. Parastina nirxên Rêbertî parastina xwebûyîn, nirxên jinbûyîn, pîvanên azadiyê ye. Nêzîkatî divê bi vî rengî be.