Artêşa Tirk a dagirker rojavayê Til Temirê topbaran kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî nîvê şevê gundewarên li rojavayê Til Temirê ya kantona Cizîrê topbaran kirin.
Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî nîvê şevê devera di navbera gundên El Tewîle û Til Tewîl ên li rojavayê bajarê Til Temirê de topbaran kirin.
Agahiyên têkildarî zirarên di encama topbaranê de bi dest neketin.
(mh)
ANHA