Çeteyên dewleta Tirk bi dehan şênî girtin

Çeteyên dewlet Tirk bi dehan şêniyên bajarê Girê Spî yê dagirkirî, girtin. Di nav de çalakvanek heye.

Çeteyên dewleta Tirk bi dehan şênî girtin
3 tîrmeh 2024   23:46
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih li bajarê Girê Spî yê dagirkirî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dehan şênî girtin ên ku tev li xwepêşandanên li bajêr bûne.

Çavkaniyan da zanîn ku di nav şêniyên girtî de, çalakvanek heye.

Her wiha diyar kirin ku çeteyan, şêniyên girtî birin navenda çeteyên polîsên leşkerî ya li bajêr.

Piştî bûyera li bajarê Kayserî yê Tirkiyeyê li dijî penaberên sûriyeyî, li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê xwepêşandan dest pê kirin.

(şx)