Dîlgirtiyê 7 salan Azad Osman: Bila hemû girtî bên berdan 

Azad Osman û Ela Îbrahîm ku di 12’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn girtin, piştî 7 salan hatin berdan. Azad Osman ji ajansa me re ragihand ku ew dixwazin tevahî girtî bên berdan û werin nava gelê xwe.

Dîlgirtiyê 7 salan Azad Osman: Bila hemû girtî bên berdan 
18 tîrmeh, 2026   13:01
QAMIŞLO

Di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de heta niha gelek şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku ji aliyê çekdarên hikumeta demkî ya Şamê ve hatibûn girtin, hatin berdan. Lê serpêhatiya Azad Osman û Ela Îbrahîm cuda ye. 

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Her wiha li gelek cihan rê girtin, kesên dihatin û diçûn, digirtin.

Azad û Ela jî di 12’ê Cotmeha 2019’an de dema dixwest derbasî Tebqayê bibin, li Silûkê ji aliyê çekdarên dewleta Tirk ve hatibû girtin. Piştî 7 salan di 17’ê Tîrmehê (2026) de hatin berdan û şevê din gihaştin malên xwe yên li Qamişloyê.

Azad Osman ji ajansa me re axivî û qala pêvajoya girtina xwe û 7 salên derbasbûyî kir.

Azad Osman got: “Dema em bi rê de diçûn, bi wesayît û cilên leşkerî hatin pêşiya me. Me digot qey amerîkî ne. Tu al li ser wesayîtên wan nebûn. Piştre em girtin. Piştî çend deqeyan dengê teqînê hat. Piştî 2 rojan ji me re gotin ku me Hevrîn Xelef li cihê hûn hatine girtin, kuştiye.”

Piştî girtinê Azad û Ela bi hev re dixin odeyekê û tevahî têkiliya wan ji derve re qut dibe. Azad û Ela 7 salan di wê odeya tarî de û ji jiyanê qutbûyî hatin hiştin.

Azad Osman got: “Min qet bawer nedikir ku dê rojekê me berdin. Min û hevalê xwe ji bo dema xwe derbas bikin, ji zarokatiyê heta temenê mezin me ji hev re digot. Nedihiştin kes bê gel me û bi me re biaxive. Piştî 7 salan ji me re gotin ku wan û QSD’ê entegrasyon çêkiriye û niha hûn ê derkevin. Lê me bawer nedikir. Em birin Helebê û radestî hevalan kirin.”

Azad Osman daxwaz dike ku tevahî dîlgirtî bên berdan û vegerin nava nas û gelê xwe.

Azad Osman dema hate girtin, 2 zarokên wî hebûn û hevjîna wî ducanî bû. Piştî girtinê bi mehekê keça wî çêbûye. Osman cara ewilî keça xwe di 7 saliya wê de dibîne.

Niha Azad Osman gihaştiye malbata xwe û zarokên xwe hembêz dike.

(bî)

ANHA