Nurettîn Demîrtaş: Çi geşedana ku Rêber Apo tê de nebe em ê bi guman pêşwazî bikin

Nurettîn Demîrtaş diyar kir ku di mijara qanûna çarçove û pêvajoyê de, ew ê her geşedana ku Rêber Abdullah Ocalan tê de nebe, bi guman û fikar pêşwazî bikin û destnîşan kir ku misogeriya qanûnî şert e.

Nurettîn Demîrtaş: Çi geşedana ku Rêber Apo tê de nebe em ê bi guman pêşwazî bikin
18 tîrmeh, 2026   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Nurettîn Demîrtaş, di bernameyeke taybet a Medya Haber TV’yê de nîqaşên têkildarî qanûna çarçove, rewşa tecrîda li Îmraliyê, siyaseta hikumeta Tirk a mijûlkirinê û rola muxalefeta civakî û geşedanên herêmî nirxandin û got: "Heke AKP’ê li ser navê xwe û bi yekalî qanûnekê derxîne, tu nirxa vê qanûnê nabe. Statuya qanûnî û parastinê ya ji bo Rêber Apo, ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê girîngtirîn mijar e.”

Demîrtaş da zanîn ku divê mûxalefet, hêzên demokrasiyê, hunermend, rewşenbîr, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl bi rengekî hîn bihêztir tevlî pêvajoyê bibin û got ku çareserî ne tenê di berpirsiyariya hikumetê an jî partiyeke siyasî de ye. Demîrtaş, destnîşan kir ku xwedîderketina civakî misogeriya bingehîn a pêvajoyê ye û diyar kir ku di ser hesabên hilbijartinê û berjewendiyên partiyan re, hewcedarî bi aqilekî hevpar ê demokratîk heye.

Demîrtaş, bal kişand ser bandora geşedanên herêmî ya li ser pêvajoyê jî û anî ziman ku pêşxistina aştiyeke samimî ya Tirkiyeyê ya bi gelê Kurd re, rêya bingehîn a dûrketina ji polîtîkayên şer ên li herêmê ye. Demîrtaş, diyar kir ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare bandorê li seranserê Rojhilata Navîn, bi taybetî li ser Îran, Iraq û Sûriyeyê bike û da zanîn ku divê Kurd tevî hemû gelan têkoşîna demokrasî û azadiyê bimeşînin.

Nurettîn Demîrtaş diyar kir ku di derbarê naverok û çarçoveya qanûna ku ev demeke dirêj e di rojevê de tê nîqaşkirin, tu agahî negihîştiye destê wan. Demîrtaş, nêzîkatiya hikumeta AKP’ê ya ku dixwaze pêvajoyê bi yekalî bi rê ve bibe rexne kir û da zanîn ku ev rewş di nav civakê de heyecanekê çênake. Demîrtaş destnîşan kir ku li Îmraliyê 52 roj in tecrîdeke berdewam heye û got ku şandeyên DEM Partiyê li Îmraliyê tu hevdîtin pêk neanîne û got: “Heta niha tu daxuyanî tune ne û tu agahî jî tune ne.”

Demîrtaş da xuyakirin ku sedema bingehîn a nemeşîna pêvajoyê hişmendiya dewletê û got “Heke hişmendiya dewleta Tirk biguhêriya, ev pêvajo dê pir zû bi pêş biketa.” Demîrtaş, anî ziman ku wekî Tevger wan di nêzîkatî û nêrîna xwe de guhertineke bingehîn çêkirine û gavên erênî avêtine, lê hikumetê ev mijar ji bo polîtîkayên rojane bi kar aniye û dirêj kiriye. Demîrtaş, gumanên xwe yên li ser niyeta hikumetê anî ziman û got ku divê dest ji siyaseta mijûlkirinê were berdan.

Demîrtaş diyar kir ku encama pêvajoyê rasterast bi nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê ve girêdayî ye û destnîşan kir ku pîvana wan a yekane ya li hemberî planên tasfiyekirin û komployan, pozîsyona Rêber Apo ye. Demîrtaş got, “Her geşedana ku Rêber Apo tê de nebe, em ê helbet bi guman û fikar pêşwazî bikin” û da zanîn ku divê statûya sermuzakerevan bibe xwedî misogeriya qanûnî. Nurettîn Demîrtaş, anî ziman ku ev qonaxa dîrokî ne tenê mijareke herêmî ye û wiha domand: “Ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, em di nav pêvajoyeke wisa de ne ku dikare dîroka Rojhilata Navîn biguhêre.”

Demîrtaş anî ziman ku divê pêvajoya aştiyê ji bo hilbijartinan weke amûr neyê bikar anîn û diyar kir ku divê ev mesele bi aqileke li ser partiyan re were girtin. Demîrtaş, da xuyakirin ku mûxalefet li berevajî ku hikumetê neçarî çareseriyê bike, di nav rojevên xwe yên hundirîn de xeniqî ye û got ku bi vê yekê re destê desthilatdariyê rehet dike. Demîrtaş her wiha bal kişand ku mûxalefetê di vê pêvajoyê de DEM Partiyê bi tenê hiştiye.

Demîrtaş, behsa zextên heyî û zehmetiyên pêvajoyên diyalogê kir û got “Ev pêvajo, pêvajoya muzakere û têkoşînê ye” û destnîşan kir ku têkoşîna polîtîk û îdeolojîk berdewam dike. Demîrtaş, diyar kir ku hêza yekane ya ku dikare vê propagandaya neyinî û dubendiyê bişikîne axaftina Rêber Abdullah Ocalan û xwedîderketina civakê ye. Demîrtaş got: “Hêza yekane ya ku vê metirsiyê ji holê rake, xwedîderketina pratîkî ya civaka Tirkiyeyê ya li pêvajoyê ye.”

Nurettîn Demîrtaş anî ziman ku ew pêvajoyê ne li ser bingeha pêbaweriyê, lê li ser bingeha guhertina hişmendiyê dimeşînin û diyar kir ku divê civak li şûna ku li benda dewletê bimîne, birêxistinbûna xwe ava bike. Ji bo belavbûna atmosfera aştiyê ya li nav hemû tebeqeyên civakê jî, Demîrtaş, bal kişand ser hêza hunerê û got: “Min berê jî pêşniyar kiribû. Di hawîrdoreke ku xwîn lê nerije, pevçûn û şer lê nebe, divê stran werin gotin, hunermend dikarin her tim pêşengiya vê yekê bikin. Lê heke hunermendên Kurd tenê ji gelê xwe re stranan bêjin, ev têrê nake. Çima bi hunermendên ji Tirkiyeyê re bi hev re stranên aştiyê neyên gotin? Em vê yekê bi rêya hunerê ava bikin.”