Dikaneke ku çîroka 80 salan vedibêje

Di sûka kevn a Amûdê de li kolanên teng dikaneke biçûk ku bûye wek bîrdanka şêniyên bajêr heye. Li wir li “Dikana Şêxkê" dilsozî û keda salên dirêj diyar dibe. Ev dilosozî di rûyê Apê Hec Ehmed de diyar dibe ku hîn jî her sibe dikana xwe vedike û rêwîtiya 80 salan dewam dike.

Dikaneke ku çîroka 80 salan vedibêje
Dikaneke ku çîroka 80 salan vedibêje
Dikaneke ku çîroka 80 salan vedibêje
Dikaneke ku çîroka 80 salan vedibêje
Dikaneke ku çîroka 80 salan vedibêje
Dikaneke ku çîroka 80 salan vedibêje
Dikaneke ku çîroka 80 salan vedibêje
9 hezîran, 2025   03:45
AMÛDÊ

Di kolaneke teng a sûka kevn a bajarê Amûdê de dikaneke piçûk heye ku bi dehan salan bûye cîhekî navdar. Ew ‘Dikana Şêxkê" ye, dikana kevn a Apê Hecî Ehmed ku yek ji bazirganên herî berê yê bajêr e. 

Apê Ehmed tevî ku tevî temenê xwe ku bûye 90 sal, hê jî her sibe deriyê dikana xwe vedike, li ser kursiya xwe ya darîn li pişt maseyeke biçûk rûdine, bi rûkenî pêşwaziya şêniyan dike û rêwîtiya ku zêdetirî 80 sal berê dest pê kiriye, didomîne.

RÊWÎTIYA BER BI MÊRDÎNÊ VE Û VEGERA AMÛDÊ

Çîroka  vê dikanê bi Şêxoyê bavê Ehmed dest pê dike. Şêxo di sala 1937an de tevî malbata xwe ji bajarê xwe Amûdê diçe bajarê Mêrdînê yê li Bakurê Kurdistanê û sê salan li wir bi cih dibe. Paşê vedigere bajarê xwe Amûdê û di sala 1940î de dikana xwe vedike.

Destpêkê tenê mast li dikarnê dihat firotin, paşê bavê wî hêdî hêdî dikan mezin kir û ji bajarê Helebê pêtiviyên şêniyan anîn. Dema ku Apê Ehmed bû 18 salî, ew bi bavê xwe re diçû Helebê,  piştre kar û barên dikanê ji dest bavê xwe girt, û ev bû 50 sal ku wî karî dike.

LI HEMBER LEHIYAN LI BER XWE DA

“Dikana Şêxkî” gelek caran kete ber lehiya baranê, bi taybet lehiya ku di sala  1953`yan li herêmê rabû. Lê dikana Şêxkî wek xwediyê xwe li ber xwe da û bê navber xebata xwe domand. Teşe û rewşa dikanê pir caran hate guhertin, lê rihê wê yê resen her wekî xwe ma.

Apê Ehmed dibêje: "Dikan ji heriyê û deriyên wê jî ji darê hatine çêkirin. Bi demê re gelek guhertin çêbûn, lê min nekarî dest ji terazûya xwe ya sifir û perwaneya kevn berdim, ji ber ku ew beşek ji bîrdanka min in.”

MAZÛVANIYA NIFŞÊN CUDA DIKE

"Ev dikan mala min a duyemîn e. Ez nikarim jê dûr bikevim... Hemû bîranînên min tê de hene," wiha dibêje Apê Ehmed bi dengê xwe yê aram, dema ku bi alîkariya her du kurên xwe, Abdulbasit û Elaa karê xwe dike. Her du kurên wî hin tiştên dikanê guhertine lê resenî û kevnbûna wê jî diparêzin.

Apê Ehmed bi tûkenî û hezkirin dibêje: "Tişta ku min herî kêfxweş dike ew e ku neviyên bikirên min ên kevn bi ken dikevn dikanê... Ev bîranînên wiha nayên kirîn.”

Apê Ehmed piştî zêdetirî pêncî salanên xebata berdewam, di wê bweriyê de ye ku hezkirin û dilsozî raza jiyanê ye. Her wiha dibêje: "Ez ji krê xwe hez dikim, loma jî ez her roj têm dikanê. Karê ku mirov jê hezdike, mirov pê naweste. "

ANHA