Navendên tomarkirinê ji bo ezmûnên sîstema berê ya Sûriyeyê

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tomarkirina xwendekaran û pêşkêşkirina ezmûnên sîstema berê ya Sûriyeyê, navendên tomarkirinê yên hevbeş diyar kirin. Wê tomarkirinê di 11’ê Hezîranê de dest pê bike.

Navendên tomarkirinê ji bo ezmûnên sîstema berê ya Sûriyeyê
8 hezîran, 2025   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di peywendiyek telefonê bi ajansa me re ragihand ku wê navendên tomarkirinê ji bo xwendekarên ku ezmûnên sîstema berê ya Sûriyeyê pêşkêş bikin, diyar kirine.

Li gorî desteyê navendên tomarkirinê wiha ne:

*Kantona Dêrazorê:

Desteya Pewerdê ya Dêrazorê

*Kantona Cizîrê:

Rêveberiya Dibistanan a Qamişlo

Rêveberiya Dibistanan a Hesekê

*Kantona Reqa:

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Reqa

*Kantona Tebqa:

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Tebqa

*Kantona Firatê:

Rêveberiya Dibistanan a Sirînê

Li gorî desteyê wê di 11’ê Hezîranê de tomarkirinê dest pê bike.

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser beriya çend kêliyan ragihand ku bi desthilata Şamê re der barê proseya ezmûnên sîstema berê de li hev kiriye. Di wê lihevkirinê de ezmûnên qonaxa navîn ji 14’ê Hezîrana 2025’an heta 21’ê Hezîrana 2025’an hatiye paşxistin. Desteyê diyar kir ku ev yek di çarçoveya hevrêziya di navbera her du aliyan de ji bo misogerkirina rêveçûna proseya perwerdeyê bi awayekî bi rêk û pêk de, pêk hat.

(fr)