Jinên li Dêrazorê: Siberoja Sûriyeyê bi Wekhevî û Azadiyê ve girêdayî ye

Jinên Dêrazorê diyar kirin ku avakirina Sûriyeyeke nû tenê bi pêkanîna rêgezên demokrasiyê û misogerkirina azadiya jinan pêkan e. Herwiha tekez kirin ku divê sîstema hevserokatiyê li seranserî welat were pêkanîn.

Jinên li Dêrazorê: Siberoja Sûriyeyê bi Wekhevî û Azadiyê ve girêdayî ye
9 hezîran, 2025   07:35
REQA
DÎMA MIHEMED

Jinên li kantona Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê girîngiya yekirina jinan û tevlîbûna di jiyana siyasî û civakî de ji ajansa me re axivîn.

Hevseroka Rêveberiya Tomarkirina Wesayitan a Kantona Dêrazorê Reşa ​​Mihemed got ku avakirina siberoja Sûriyeyê tenê bi pêkanîna rêgezên demokrasiyê û misogerkirina azadiya jinan pêk tê.

Reşa bal kişand ser girîngiya pêkanîna sîstema hevsrokatiyê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modeleke serkeftî ye, ji bo bidestxistina hevsengiyê û beşdarbûna bi bandor a jinan di rêveberinê de.

Reşa Mihemed diyar kir ku jinan bi têkoşîn û berxwedaniya xwe serkeftinên rasteqîn bi dest xistine û di hemû beşên rêveberiyê û civakê de nûnertiya xwe ya bi bandor pêk anîne. Her wiha da zanîn ku di qonaxa pêş de divê yekitiya xwe bi hêz bikin û beşdariya xwe di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de xurt bikin.

Ji rêveberên Kombûna Jinan a Zenûviya ya bajarokê Hecînê Sefaa Mihemed jî diyar kir ku jin bi awayekî çalak tevlî hemû qadên leşkerî, sivîl û dadwerî bûne. Lêbelê, hişyarî da ser berdewamkirina kêşeyên civakî yên ku pêşveçûna wan asteng dike.

Sefaa her wiha got, "Adet, kevneşopî û tundiya mêran hîn jî li hin deveran li pêşiya azadiya jinan asteng in. Lewma em serdan û civînên rasterast li dar dixin, ji bo xwe bigihînin jinan di civakê de, bi mebesta piştgirîkirina wan û pêşxistina hişmendiya der barê mafên jinan."

 Cîgira Hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Dêrazorê Huda El Xenam bal kişand ser ezmûna jinên Dêrezorê û îradeya wan a xurt. Huda diyar kir ku "Jinên Sûriyeyê, bi taybetî li Dêrazorê, îradeyek bêhempa nîşan dan, di warên cuda de têdikoşiyan û karîbû berpirsyariyên xwe yên malbatî û pîşeyî pêk bînin. Jinan hebûna xwe di siyaset, aborî û heta leşkerî de îspat kir."

Huda di berdewamiya axaftina xwe de got, "Tevî pêşketinan jî, lê ezmûna wan bê asteng nebû, ji ber ku zextên malbatê û civakê dibin sedem  ku hin jinan xwe paşve bikşînin. Lê piraniya wan xebatên xwe domandin, li gorî modela Rêveberiya Xweser tev geriyan, lewma hebûna jinan di pratîkê de bi ser ket."

Huda El Xenam wiha dewam kir, "Jinên li Dêrazorê weke jinên azad dengê xwe bilind kirin. Rast e hinek ji wan hîna negihîştine asta yên din, lê em di wê baweriyê de ne ku bi civîn, kombûn û piştgiriya berdewam em ê karibin wan bi hêz bikin û wan bigihînin cihên wan yên rewa. "

(k) 

ANHA