‘Dibe ku 500 penaberên ji Rohingyayê di behrê de miribin’

UNHCR û IOM'ê daxuyand ku li peravên Myanmarê di encama noqbûna 2 keştiyan de dibe ku zêdetirî 500 penaberên ji Rohingyayê jiyana xwe ji dest dabe.

‘Dibe ku 500 penaberên ji Rohingyayê di behrê de miribin’
16 tîrmeh, 2026   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) û Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku 2 keştiyên ku piraniya rêwiyên wan penaberên ji Rohingyayê bûn û di dawiya meha Hezîranê de ji eyaleta Rakhine ya Myanmarê bi rê ketibûn, noqî avê bûne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) keştiya yekem ku nêzî 250 kes tê de bûn, piştî derketina rê agahî jê nehat girtin. Tê texmînkirin ku keştiya duyem jî ku nêzî 280 kes tê de bûn, di 8'ê Tîrmehê de li peravên herêma Ayeyarwady a Myanmarê binav bûye.

Berpirsaan da xuyakirin ku ev bûyer û hejmara qurbaniyan hîna bi fermî nehatine piştrastkirin, lê fikarên mezin hene ku di her du karesatan de zêdetirî 500 kesan jiyana xwe ji dest dabe.

Li gorî daneyên UNHCR'ê, di sala 2025'an de li bakurê Okyanûsa Hindî nêzî 900 penaberên Rohingyayê bûne qurbanî an jî winda bûne. Her wiha hat ragihandin ku zêdetirî 6 hezar û 500 rohingyayî ji bo ku bigihêjin Malezya û Endonezyayê ketine ser rêyên deryayî yên xeternak.

UNHCR û IOM'ê her wiha da zanîn ku ji serê salê ve, li Deryaya Andaman û Kendava Bengalê nêzî 300 kesên din jî ku ji penaberên Rohingyayê û welatiyên Bangladeşê pêk tên, winda bûne yan jî jiyana xwe ji dest daye.

Saziyên NY'ê hişyarî dan ku rêwîtiyên deryayî yên li derveyî demsala asayî, ji ber baranên musonê û lehiyên li herêmê, rîsk û xetereyên mezintir çêdikin.