Mamosteyên mûçeyên xwe wernegirtine çalakiyek li dar xist

Mamosteyên li bajarê Hesekê ku ev 2 meh e mûçeyên xwe wernegirtine, çalakiyek li dar xist.

Mamosteyên mûçeyên xwe wernegirtine çalakiyek li dar xist
Mamosteyên mûçeyên xwe wernegirtine çalakiyek li dar xist
Mamosteyên mûçeyên xwe wernegirtine çalakiyek li dar xist
Mamosteyên mûçeyên xwe wernegirtine çalakiyek li dar xist
Mamosteyên mûçeyên xwe wernegirtine çalakiyek li dar xist
Mamosteyên mûçeyên xwe wernegirtine çalakiyek li dar xist
16 tîrmeh, 2026   14:01
HESEKÊ

Mamosteyên li bajarê Hesekê ji bo daxwaza mûçeyên xwe yên ku dereng mane, li pêş avahiya Gerînendetiya Perwerdeyê ya li bajêr çalakiyeke protestokirinê li dar xist.

Ev 2 meh e derdora 20 hezar mamosteyên girêdayî pêvajoya entegrasyona di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, mûçeyên xwe wernegirtine.

Têkildarî mijarê mamoste Mahir Hemdo got: “Piştî pêvajoya entegrasyonê me bi awayekî fermî kaxezên xwe pêşkêş kirine.  Lê heta niha me tu mûçe wernegirtine.”

Hemdo daxwaz ji hikumeta demkî kir ku mûçeyên wan bide û diyar kir ku rewşa debarê û dabînkirina pêwîstiyên rojane zehmet bûye, derengmayîna mûçeyan jî bi awayekî neyînî bandorê li jiyana wan dike.

Di çalakiyê de mamosteyan destnîşan kir wekî li parêzgehên din ên Sûriyeyê, divê mûçeyên wan bên dayîn an jî sedemên derengmayînê ji wan re bên diyarkirin.

(sb)

ANHA