Di teqîna li Moskovê de generalek hat kuştin

Li nêzî Moskovê di encama teqandina wesayiteke bombebarkirî de generalek hate kuştin.

Di teqîna li Moskovê de generalek hat kuştin
25 nîsan, 2025   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Teqîn îro li taxa Balashkha ya Moskovê rû da.

Komîteya Lêpirsîna Neteweyî ragihand ku di encama teqînê de generalekî Rûs hatiye kuştin û diyar kir "Bombeyeke bi destan hatibû çêkirin teqiya".

Di daxuyaniya komîteyê de hate gotin, kesê kuştî cîgirê serokê Midûriyeta Operasyonên Giştî ya Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Rûs general Yaroslav Moskalik e.

Saziya medyayê ya Rûs Bazayê jî diyar kir ku bombeya li wesayita parkkirî hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna general de ji dûr ve hatiye teqandin.