Şêniyên kantona Firatê dê nobeta bendavê dewr bigirin

Ji kantona Firatê bi sedan kes gihaştin Bendava Tişrînê û ji aliyê şêniyên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ve hatin pêşwazîkirin. Nobedaran li bendavê nimêja înê kir.

Şêniyên kantona Firatê dê nobeta bendavê dewr bigirin
25 nîsan, 2025   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji kantona Firatê bi sedan şênî vê sibehê bi armanca parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ber bi bendavê ve bi rê ketibû. Şênî dema gihaşt bendavê ji aliyê nobedarên ji Reqa, Dêrazor û Tebqayê ve bi coş hatin pêşwazîkirin û bi hev re nimêja înê kir.

Girseya ji kantona Firatê ku dê çalakiya nobetê ji xelkê ji Dêrazor, Tebqa û Reqayê ve dewr bigire.

Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, çalakiya nobetê li Bendava Tişrînê bi rêxistin kiriye.

Çalakî bi biryardarî dewam dike.

(bb)