Li Humisê 3 şêniyên Elewî hatin qetilkirin

Li bajarê Humisê 3 kes ji aliyê çekdaran ve hatin qetilkirin. Kesên hatine qetilkirin, 2 ji wan bira ne.

Li Humisê 3 şêniyên Elewî hatin qetilkirin
25 nîsan, 2025   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şevê din li Kolana Zîr a taxa Kerem Zeytûn a bajarê Humisê komeke çekdar ku nehat zanîn kî ne, bi ser mala şêniyekî Elewî de girt. SOHR’ê diyar kir ku çekdaran di sergirtina malê de 2 bira qetil kirin û cenazeyên wan avêtin kolanê.

Li gorî SOHR’ê, li bajarokê Kefer Aya jî yê heman bajarî cenazeyê endazayarekî Elewî yê ji gundê Şeîratê hat dîtin. Hate zanîn endazyar di kişfikirina bîran de dixebitî û piştî ku çûbû ser karê xwe agahî jê qut bûbûn.

(bb)