Pêşangeha 2ˊyemîn a Xetnivîsa Erebî hat vekirin

Di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de, Navenda Çand û Hunerê ya kantona Minbicê Pêşangeha 2'yemîn a Xetnivîsa Erebî ya Gotinên Rêber Abdullah Ocalan vekir.

28 tebax, 2024   22:02
MINBIC

Desteya Çand û Hunerê ya kantona Minbicê Pêşangeha 2'yemîn a Xetnivîsa Erebî vekir. Di pêşangehê de 5 xetat beşdar bûn. Ev pêşangeh di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de hat vekirin.

Di merasîma vekirinê ya li parka Xwaringeha Garden City de, endamên saziyên Rêveberiya Xweser a kantonê, Desteya Çand û Hunerê, meclisên xwecih, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û şênî beşdar bûn.

Beşdar li nav pêşangehê geriyan û li gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên ku bi xetnivîsa Erebî hatine nivîsandin temaşe kirin.

Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya kantonê Mihemed Qebertay ji ajansa me re got: "Ev sala duyemîn e ku ev pêşangeh tê vekirin û tê de beşdar gotinên Rêber Abdullah Ocalan dinivîsin. Pêwîst e ev gotin bibin hîmeke bingehîn."

Qebertay got: "Armanca me ji vê pêşangehê ew e ku em fikrên Rêber Abdullah Ocalan belav bikin û ew beşek ji kampanyaya navneteweyî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e."

(mh)

ANHA