Li Helebê 3 kes ji ber teqîna bermahiyên şer birîndar bûn

Li bajarê Helebê 3 kes di encama teqîna guleya topekê ya bermahiyên şer de birîndar bûn.

Li Helebê 3 kes ji ber teqîna bermahiyên şer birîndar bûn
19 cotmeh, 2026   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêma Ferdosê ya bajarê Helebê 3 kes di encama teqîna guleya topekê ya bermahiyên şer de birîndar bûn.

Li gorî daneyên SOHR‘ê, ji destpêka 2026‘an ve 153 mêr, 99 zarok û 12 jin ji ber teqîna bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan û 249 mêr, 154 zarok û 14 jin birîndar bûn.

(bb)