Di şerê Rûsya û Ukraynayê de 6 kes hatin kuştin

Di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê de 6 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Di şerê Rûsya û Ukraynayê de 6 kes hatin kuştin
26 tîrmeh, 2026   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rûsyayê îro bi mûşekên balîstîk û dronan êrişî Kîevê kirin. Di encamê de agir bi avahiyek niştecihbûnê ket û 3 kes birîndar bûn. 

Di êrişa li ser bajarê Kharkivê de kesek hat kuştin û 12 kesên din birîndar bûn. Her wiha di êrişa li ser bajarê Zaporizhzhyayê de jî kesek hat kuştin û 6 kes birîndar bûn.

 Hêza Hewayî ya Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê şeva borî 7 mûşekên balîstîk û 136 dron ber bi axa Ukraynayê ve avêtin.

Ajansa Nûçeyan a TASS‘ê ku agahiyên xwe dispêre rayedarê xwecih Ivan Prikhodko da zanîn ku di êrişa dronên Ukraynayê ya li ser bajarê Horlivkayê yê Donetskê de 4 sivîl hatine kuştin.

(bb)