Guterres xwest tevahî cezayên li ser Sûriyeyê werin rakirin

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di serdana xwe ya Şamê de xwest cezayên li ser Sûriyeyê were rakirin û got, bi rakirina cezayan dê aboriya welat baş bibe.

Guterres xwest tevahî cezayên li ser Sûriyeyê werin rakirin
26 tîrmeh, 2026   20:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di serdana xwe ya li Şamê de civînek çapemeniyê pêk anî.

Guterres xwest tevahî ceza li ser Sûriyeyê were rakirin û got: "Ez tevahî gavên ku ji bo rakirina cezayan û vekirina asoyên nû yên başkirina aboriyê hatine avêtin, pêşwazî dikim. Lê divê tavilê tevahî ceza werin rakirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ku vê sibehê gihaşt Şamê bi nûnerê daîmî yê Sûriyeyê yê li NY‘yê, serdana bajarê kevin ê Şamê û deverên wê yên dîrokî di nav de Mizgefta Umewî kir.

Guterres bi serokê hikumeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şera re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de rêbazên tevkariyê di warên mirovî û geşkirin, destekkirina hewldanên bilez ên başkirin de nîqaş kirin. Her wiha girîngiya "Rêzgirtina li hember serdestiya Sûriyeyê û  yekparbûn û ewlehiya xaka wê" vegotin.

Sekreterê Giştî yê NY‘yê bi beşdariya rayedarên din ên Sûriyeyê û şandeyek ji NY‘yê, bi wezîrê karên derve yê hikumeta demkî Eseed El Şeybanî re civiya. Her du aliyan li ser veguhestina ji qonaxa bersiva mirovî bo qonaxa pêşkeftina domdar û xurtkirina aramiyê nîqaş pêk hatin.

Guterres bi nûnerên saziyên civaka sivîl û rêxistinên negirêdayî hikumetê, Meclisa Gel a Sûriyeyê re jî hevdîtin kir. Her wiha serdana Hêza Çavdêriya Vekişînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDOF) ên li girê Colanê ya dagirkirî kir. Antonio Guterres bi malbatên qurbaniyên êrişên kîmyewî û girtîgeha Seydnanayê jî kirin.

 (bb)