YRK: Dewleta Tirk du caran herêma Asosê bombebaran kir

YRK’ê ragihand ku dewleta Tirk duh 2 caran herêma Asosê bombebaran kiriye û di encama êrişê de ziyan gihiştiye xweza û zeviyên welatiyên xelkê herêmê.

YRK: Dewleta Tirk du caran herêma Asosê bombebaran kir
6 adar, 2025   21:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser herêma Asos ya Başûrê Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên dewleta Tirk a li ser destkeftiyên gelê wan û taybet li ser şervanan, gerîla û Yekîneyên Parastina Azadî Kurdistan berdewam in û got: “Careke din saet 11:11’ê şev balafirên şer ên dewleta Tirk 2 caran herêma Asos bombebaran kir.”

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Her çendî di encama êrişê de ti ziyan bi hêzên me nebûne, ziyanên mezin gihane xwezaya sînorê herêmê û baxçeyên welatiyan. Her wiha êriş bû sedema tirsê ya li xelkê herêmê.

Ev êriş di demekê de zêde bûne ku bi pêşengtiya Rêber Apo û Tevgera Azadî ya gelê Kurdistanê qonaxeke nû ya aştî û demokrasiyê destpêkiriye. Dewlet Tirk bê ku vê yekê li ber çav bigire, rojane bi balafirên bêmirov û biçek û balafirên şer êriş dibe ser Hêzên Parastina Kurdistanê. Em bang li gelê xwe û raya giştî ya navneteweyî dikin, van binpêkirinên eşkere yên dewleta Tirkiye bibînin û li gorî wê xwedî helwest bin.”