Di Şerê Hemas û Îsraîlê de zêdeyî 25 hezar kes hatine kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê bîlançoya nû weşand û diyar kir ku di êrişên Îsraîlê de 25 hezar û 105 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di Şerê Hemas û Îsraîlê de zêdeyî 25 hezar kes hatine kuştin
21 ÇILE, 2024   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ji 7’ê Cotmehê û vir ve li Şerîda Xezeyê piraniya wan jin û zarok 25 hezar û 105 Fîlîstînî hatin kuştin.

Hate ragihandin ku di 24 saetên dawî de herî kêm 178 kes di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin û di nava 107 rojan de jî 65 hezar û 681 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê roja Yekşemê careke din li Şerîda Xezeyê xist. Serokwezîr Benyamîn Netanyahû jî bangên Emerîka, Ewropa û Neteweyên Yekbûyî yên ji bo avakirina dewleteke Fîlîstînê careke din red kir.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî li vê herêma biçûk a dorpêçkirî ji 2,4 milyon nifûsa wê herî kêm 1,7 milyono mirov ji cih û warê xwe bûn. Rêxistinên navneteweyî hişyariyê didin ku gelê ji her tiştê bêpar maye, bi rîska nexweşiyên şewbê û xelayê re rû bi rû ne.