Şehîd Nûdem li Kobanê spartin axê

Bi sedan kes ji şêniyên Kantona Firatê cenazeyê şehîd Nûdem Wan (Sakîne Kaya) bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dîcle spartin axê. Di merasîmê de şehîd Rizgar Çavreş jî hat bîranîn.

Şehîd Nûdem li Kobanê spartin axê
Şehîd Nûdem li Kobanê spartin axê
Şehîd Nûdem li Kobanê spartin axê
Şehîd Nûdem li Kobanê spartin axê
Şehîd Nûdem li Kobanê spartin axê
21 ÇILE, 2024   14:16
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên Kantona Firatê, sazî û dezgehên girêdayî bajarê kobanê ji bo merasîma cenazeyê şehîda YPJ'ê Nûdem Wan (Sakîne Kaya) ku ji ber nexweşiyê şehîd bû, berê xwe dan pekrewana Şehîd Dîcle. Li pekrewana şehîdan bi merasîmeke girseyî şehîd Nûdem spartin axê .

Gerîla Rizgar Çavreş (Ronîcan Hemo) yê ku 12’ê Çileyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di operasyona şoreşgerî de şehîd bû, hate bîranîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Rêvebera Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kantona Firatê Sara Xelîl axivî û got: “Dema ku heval Nûdem rastiya Rêber Apo nas kir û xeta azadiya jin nas kir, dest bi têkoşînê kir. Li çiyayên azad jî xwedî têkoşîn û berxwedanê bû. Heta di şerê Kobanê de jî xwe di wî şerî de dît û xebatekî mezin da meşandin. Bêyî teredûd berê xwe da Kobanê û li hemberî paşverûtiyê dest bi berxwedaniyê kir. Dema birîndar dibe jî, teslîmkarî qebûl nekir, dibêje Kobanê dilê Kurdistanê ye, ger Kobanê bikeve, wê her der here. Li ser wê esasê têkoşîna xwe heta şehadetê, domand."

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk Ehmed Bozî jî diyar kir ku li pêş çavên cîhanê dewleta Tirk hovîtî û sûcan li dijî herêmên me dike, lê her kesî xwe ji vê yekê re bêdeng kiriye û got: "Divê em her tim xwedî li şehîdên xwe derkevin. Dema ku em xwedî li şehîdên xwe derkevin jî, em ê jiyana azad misoger bikin. Vaye dewleta Tirk bi hemû hêza xwe êrîş dike. Binesaziyên herêmê dike hedef, hemû cîhan jî ji bo berjewendiyên xwe, xwe lal dikin. Hêza me hêza gelê me ye, divê em jî êdî xwedî li axa xwe derkevin.”

Piştre nasmameya şehîd hat xwendin û cenazeyê şehîd bi berzkirina dirûşme û tilîliyan hate veşartin.