Kongra Star banga aşkerakirina kujerên Zelal Zagros kir

Kongra Star li Heleb û Şehbayê sûcê qetilkirina şehîd Zelal Zagros şermezar kir û teqezî bi berdewamkirina rêya şehîd û hevalên wê kir û banga hesabpirsînê ji kujeran kir.

Kongra Star banga aşkerakirina kujerên Zelal Zagros kir
Kongra Star banga aşkerakirina kujerên Zelal Zagros kir
21 ÇILE, 2024   14:57
HELEB

Nerazîbûn û bertekên li hember qetilkirina şehîd Zelal Zagros (Feryal Xalid) berdewam in. Di vê çarçoveyê de Kongra Star 2 daxuyaniyên cuda li Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê dan.

Li Helebê endama Rêveberiya Meclisa Şehîd Rûken Zeredeşt a Kongra Star Rojda Menan daxuyanî xwend. Bi dehan endamên kongreyê li pêşiya navenda xwe ya li taxa Şêxmeqsûd kom bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Hemwextî salvegera 6`an a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê, zêdebûna êrişên wan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziyê vîna jina azad careke din di kesayeta şehîd Firayl de hate hedefgirtin."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şehîd Zelal Zagros, ji bo birêxistinkirina jinan û xurtkirina wan sînorên Rojava derbas kirin, li Şam û Ermenistanê bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê koşiya.

Her wiha di daxuyaniyê de helwesta hikumeta Başûrê Kurdistanê li hember bûyerê, ku li Kerkûkê li pêşiya çavê wê pêk hatiye, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qetilkirina Zelal Zagros berdewama hedefgirtina şehîd Nagîhan Akarsel, komkujiyên Parîsê yên yekemîn û duyemîn ku di şexsê şehîd Sakîna, Evîn, û hevalên din de pêk hatin.

Di dawiyê de bang li jinan li cîhanê û Başûrê Kurdistanê hat kirin hevgirtî bin, ji bo hesab ji sûcdaran bê pirsîn, bixebitin.  Hate gotin, qetilkirin û şehîdxistina jinan berpirsyariya rêxistinên hiqûqî û navneteweyî ye û bang hat kirin ku kujer bên zanîn û hikumeta iraqê dozên van sûcan bişopîne û hesab ji sûcdaran bipirse û heke wisa neke wê demê şirîkê van sûcan e.

Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî şehîdxistana Zelal Zagros daxuyaniyeke da û diyar kir ku "Êrişa li hember hevrêya me şikandina vîn û keda jinê ye."

Têkildarî heman mijarê, Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê qetilkirina pêşeng Zelal Zagros şermezar kir.

Endama Kongra Star Rîhan Elo daxuyanî bi beşdariya jinan û endamên saziyan, li Parka 4`ê Nîsanê ya li navçeya Ehdasê xwend. 

Di daxuyaniyê de qetilkirina Zelal Zagros bi tundî hate şermezarkirin û hate gotin: "Zelal di hemû jiyana xwe da ji bo ku rastiya zihniyata ku jinan dikuje derxe holê, derbasî Başurê Kurdistanê bû û hevditinên xwe bi hemu rêxistinên jinên li Başurê Kurdistanê re kir ji bo ku wan bixe tevgerê. Şehîd Zelal hate roja hatî qetlilkirin têkoşîna xwe didomand."

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina riya şehîdan hate nûkirin û bang li tevahî jinan hat kirin ku rabin ser pêyan û xwedi li têkoşera azadiyê derkevin, ji bo ku demildest bûyer bê ronîkirin û kujer bêne dîtin.

(şx)

ANHA