Di rojnameyên erebî de peymanên Siûdiyê û Sûriyeyê, tevgera Îsraîlê û aloziya li Sûdanê

Nêzîkbûna Erebistana Siûdiyê û Sûriyeyê ya ber bi hevkariya aborî û projeyên jinûveavakirinê, li başûrê Sûriyeyê tevgera Îsraîlê û metirsiyên kontrolkirina Îsraîlê ji bo jêderên avê li herêmê û aloziya li Sûdanê mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

Di rojnameyên erebî de peymanên Siûdiyê û Sûriyeyê, tevgera Îsraîlê û aloziya li Sûdanê
5 mijdar, 2026   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro bal kişand ser serdana serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera ji bo Riyadê, lihevkirinên aborî yên ku têkiliyên Erebistana Siûdî û Sûriyeyê bi pêş dixin, tevgera zêde ya Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê û encamên şerê li Sûdanê û hedefgirtina binesaziya wê.

RIYAD Û ŞAM; HEVKARIYA ABORÎ

Rojnameya El Ereb behsa îmzekirina peymana bi nirxê 403 milyon dolarî ya di navbera Sûriye û Siûdiyê de kir û da zanîn ku ev hevkariya aborî ya her du aliyan bi pêş dixe, vê gavê hişt ku nêzîkbûna siyasî bibe hevkariyeke aborî, serkeftina wê bi zelalbûna pêkanînê û rewşa baş a birêvebirinê ve girêdayî ye.

ARMANCA TEVGERA ÎSRAÎLÊ LI NÊZÎ JÊDERÊN AVÊ LI BAŞÛRÊ SÛRIYEYÊ

Rojnameya El Nehar bal kişand ser zêdebûna tevgera Îsraîlê ya li başûrê Sûriyeyê, bi taybet li derdora Bendava El Mentera û Hewd El Yermûk û destnîşan kir ku metirsiyên hedefgirtina jêderên avê û berfirehkirina kontrola Îsraîlê li herêmê hene.

Çavkaniyên xwecih ji rojnameyê re diyar kir ku Îsraîl ji bo avakirina projeyên ku pê jêderên avê hedef bigire tev digere.

Rojnameyê da zanîn ku kontrolkirina Îsraîlê ji herêmên Hewd El Yermûk re bandorê ne tenê li Sûriyeyê, li Urdinê jî dike.

‘SÛDAN LI PÊŞBERÎ PLANA AVAKIRINA DEWLETEKE BINKETÎ YE’

Rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser zêdebûna asta hedefgirtina binesaziya li Sûdanê û destnîşan kir ku di 10 rojan de di encama êrişan de 16 stasyonên kehrebeyê hatin hedefgirtin, ji ber vê yekê kehrebe li gelek herêman qut bû.

Her wiha da zanîn ku hikumeta Sûdanê Etiyopyayê bi derketina balafirên bêmirov ji xaka wê tawanbar dike, ew balafir xaka Sûdanê dikin hedef û diyar kir ku şer di asta leşkerî tenê de nemaye, ew dewlet û saziyên wê hedef digire.

Rojnameyê der barê metirsiyên lawazkirina saziyên Sûdanê de hişyarî da.

(sb)