Tîma jinên ciwan a Qamişlo Sportê bû şampiyona lîga Sûriyeyê

Tîma jinên ciwan a Qamişlo Sportê bû şampiyona yekemîn a Lîga Futbolê ya Jinên Ciwan a Sûriyeyê ji bo demsala 2026–2027`an.

Tîma jinên ciwan a Qamişlo Sportê bû şampiyona lîga Sûriyeyê
5 mijdar, 2026   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî (çarşem) tîma jinên ciwan a Qamişlo Sportê li beramberî Tîma Sporê bi er ket û bû şampiyona yekemîn a Lîga Futbolê ya Jinên Ciwan a Sûriyeyê. Her wiha lîstikvanên tîmê Lîlas Îbrahîm, Medya Şewket û Rojîn Ebdulqadir jî xelat wergirtin.

Tîma jinan di salên 2023 ,2024, 2025, 2026`an de jî bûbû şampiyona Lîga Futbolê ya Sûriyeyê.

(np)