Li Derayê teqîn: 2 kes birîndar bûn

Di encama teqîna bombeyekê de li rojavayê Derayê 2 kes birîndar bûn.

Li Derayê teqîn: 2 kes birîndar bûn
5 mijdar, 2026   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di encamê teqîna bombeyekê de li bajarê Newa yê li rojavayê Derayê 2 kes birîndar bûn.

SOHR’ê bang li aliyê peywendîdar kir ku bi lez ji bo rêgirtina li ber belavbûna çekan rêkaran pêk bînin.

SOHR’ê destnîşan kir ku wan ji destpêka vê salê (2026) ve kuştina 163 kesan û birîndarbûna 178 kesan belge kiriye.

(sb)