Di rojnameyên erebî de geşedanên li Lubnanê

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibehê de cih da şerê li başûrê Lubnanê, helwesta Îran û lîderê şîe Elî Sîstanî.

Di rojnameyên erebî de geşedanên li Lubnanê
24 îlon, 2024   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Lîderê Necefê ji bo rewşa Lubnanê li defika hewarê da, lê fetwayek têra cîhadê tune ye" weşand. 

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku lîderê şîe yê Iraqê Elî Sîstanî duh (duşemê) banga rawestandina êrişên li ser Lubnanê û piştgiriya Hizbullahê kiribû. Hate diyarkirin ku Sîstanî îşaret bi xetereya rewşa li başûrê Lubnanê kir, lê "Fetweya cîhadê ya têrker neda."

Di nûçeyê de hate gotin: "Sîstanî ji ber xwezaya piştgiriya Iraqê ya bi Lubnanê re helwest nîşan da, lê heya niha Îranê tu nîşaneyên destwerdana rasterast nedane. Her wiha tu şopên Beşar Esed nîn in û diyar kir ku ew jî bi guhertina wezîran û cîgiran ve mijûl e.”

Hate diyarkirin ku li gorî nîşaneyan Îsraîl dê êrişên xwe bidomîne, lê zehmet e mirov xeyal bike ku tu aliyekî "Eniya Berxwedanê" destekê bide Hizbullahê.

Her wiha hate gotin, Lubnan di nava krîzeke diravî de ye û nikare ketina nava şerekî din mîna yê 2006’an tehemul bike.

‘PIRSÊN LI SER PAŞVEKIŞÎNA "GUMANBAR" A ÎRANÊ DI ŞERÊ ÎSRAÎLÊ DE’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da helwesta Îranê ya li hemberî êrişên Îsraîlê yên li ser Hizbullahê. Rojnameyê diyar kir ku "Di demekê de ku Îsraîlê êrişên xwe li ser Hizbullaha Lubnanê zêde kirine, baregehên stratejîk dike hedef û bi awayekî sîstematîk fermandarên wê tesfiye dike û Lubnan kiriye qada şerekî rasteqîn, lê rola Îranê di vî şerî de paşde çûye. Diyar e ku bi sazkirina siyaseta xwe ya bi DYA’yê û hêzên rojavayî re mijûl bûye."

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Rayedarên lubnanî dibêjin roj bi roj endamên baskên leşkerî yên Îranê yên li herêmê di şerê li hemberî Îsraîlê de dimirin da ku rewşa diyalogên Tehran bi Washingtonê re baş bikin. Her wiha dibêjin ku lubnanî îro hîs dikin ku Hizbullah ku digot piştgiriya xwe ji Tehranê digire û xwarin, vexwarin, çek û pereyên wê ji Tehranê tên, niha bi tenê şer dike wekî ku li holê hatiye hiştin, lê Îran bi sazkirina dosyayên xwe bi hêzên rojavayî re mijûl e.”

Rojnameyê ku cih daye nirxandinên pisporê kar û barên jeosiyasî Ziyad El Sanai ku dibêje "Mayîna Îranê ya derveyî şerê giran ê Îsraîlê yê ji 8’ê Cotmeha par ve, nayê wateya ku Tehran dest ji Hizbullahê berdaye. Gotina ku têkiliya bav û kur a di navbera Hizbullah û Îranê tune bû, gotineke seranser e, ji ber ku bîrdoziyeke nepen wan digihîne hev, ev bîrdozî pir kûr û asê ye.”

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku aliyên Lubnanê wisa difikirin ku dûrketina Îranê ji bûyerên xeternak ên ku li Lubnanê rû dane, mîna teqandina cîhazên ragihandinê, êrişên li ser taxên başûrê Beyrûtê, qetilkirina fermandarên payebilind ên Koma Redwan, paşguhkirina tevahî êrişên Îsraîlê yên li ser xaka Lubnanê tê wateya ku Îran dest ji dirûşmên xwe yên kevn berdaye û Hizbullah û Lubnan li holê hiştine.

‘LUBNAN; ENIYA BAŞÛR DI NAVA BAHOZÊ DE YE’

Rojnameya El Beyan jî diyar kir ku Lubnan ji ber şerê Îsraîlê derbasî “qonaxa leşkerî ya duyemîn” bûye. Hate gotin, Îsraîl di vê qonaxê de êrişên xwe zêde kirine û qada hedefgirtinê jî zêde kiriye. Hate destnîşankirin ku tê gotin Îsraîlê hewl dide çembereke ji agir ji başûr heya bakurê çemê Lîtanî ava bike.

Rojnameyê da zanîn ku li artêşa Îsraîlê derbasî qonaxeke nû ya lawazkirina kapasîteya leşkerî ya Hizbullahê bûye ku 2 caran li pey hev bi balafirên şer navend û dikên avêtina moşekan ên Hizbullahê kirin armanc. Her wiha hate diyarkirin ku ji 8’ê Cotmeha par ve ev êriş ên herî dijwar in.

Rojnameyê destnîşan kir ku Îsraîl bi israr e ku armanca xwe ya bicihkirina niştecihan li mêtingehên bakur bi cih bîne û pêkanîna vê yekê bi lawazkirina Hizbullahê ve girê dide.

(bb)