Di rojnameyên erebî de berjewendiyên Rûsyayê yên li Sûriyeyê û dosyaya Xezayê

Rojnameyên erebî serdana serok û berpirsên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bo Moskovê û hewldanên hikumeta dawî ji bo mayîna li ser desthilatdariyê nirxandin. Rojnameyan dosyaya Xezayê jî wek nîşaneyeke sereke ya pêşketinên di rewşa siyasî ya herêmî de jî şîrove kir.

Di rojnameyên erebî de berjewendiyên Rûsyayê yên li Sûriyeyê û dosyaya Xezayê
16 cotmeh, 2025   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da serdana serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bo Moskovê, berjewendiyên Rûsyayê û hikumeta veguhêz, her wiha dosyaya Xezayê û bandorên wê yên li ser hevsengiyên hêzan.

‘ÇIMA NÊZÎKBÛNA BI RÛSYAYÊ RE JI BO EL ŞERÎ PÊDIVIYEK E, NE VEBIJÊRKEK E?

Rojnameya El Nehar diyar kir ku berjewendiyên Rûsyayê li Sûriyeyê xwe dispêrin 3 xalên sereke: leşkerî, aborî û dîplomatîk. Rojnameyê destnîşan kir ku Moskov dixwaze baregehên xwe li peravên Sûriyeyê biparêze û hebûna xwe li Deryaya Spî mîsoger bike, her wiha dixwaze bandora xwe li Rojhilata Navîn bidomîne.

Li gorî rojnameyê; Rûsya Sûriyeyê wek dikeke stratejîk ji bo parastina berjewendiyên xwe yên enerjî û binesaziyê de, pêşxistina têkiliyên xwe bi welatên Ereb re dibîne. Di heman demê de da ku rola xwe navbeynkarek dîplomatîk di navbera hêzên nakok ên li herêmê de, wek Îran, Îsraîl û Tirkiyeyê mîsoger bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku hikumeta veguhêz, ji ber zextên siyasî û aborî, nêzîkbûna bi Moskovê re wekî "pêdiviyeke stratejîk" dibîne û ev nirxandin kir: "Rûsya ji bo Şamê şirîkek girîng e, hem di piştgiriya artêşa Sûriyeyê de bi hevahengiya bi Enqerê re û hem jî di beşdarbûna di dabînkirina enerjiyê û pereyên nû yê kaxezî de ku hikumet dixwaze beriya dawiya salê derxe.”

Rojnameyê bi domdarî îşaret bi vê yekê kir ku tevkariya leşkerî û ewlehiyê ya di navbera her du welatan xwe dispêre şebeyeke berjewendiyên xwedî kokên kûr ku vedigere serdema Sovyetê. Hate gotin, Rûsya ji bo Îsraîlê hevkarekî qebûlkirî ye da ku fikarên xwe yên ewlehiyê li başûrê Sûriyeyê bi rê ve bibe.

Rojnameyê da zanîn ku berjewendiyên Şamê bi tevahî bi yên Moskovê re li hev nakin û sedema vê yekî wiha şîrove kir: "El Şeri hewl dide di têkiliyên hikumeta veguhêz de bi hêzên mezin (Rûsya, Tirkiye û Rojava) re hevsengiyeke nazik biparêze da ku rewatiya hikumeta xwe xurt bike bêyî ku tu aliyekî provoke bike.”

Rojnameya El Erebî der barê heman mijarê de destnîşan kir ku El Şeri, tevî hewldanên wî yên ji bo baştirkirina têkiliyên bi Washingtonê re, hewl dide bi lez têkiliyên xwe bi Moskovê re baş bike da ku hevsengiyeke dîplomatîk a nû ava bike ku berjewendiyên hikumeta xwe biparêze.

Li gorî rojnameyê, armanca El Şerî ne vegerandina Beşar Esed e, lê mîsogerkirina îstîqrarê li Sûriyeyê û sûdwergirtina ji hevkariya aborî bi Rûsyayê re ye da ku krîzên di nava hikumeta xwe de sivik bike.

LÛTKEYA AŞTIYÊ YA LI ŞERM EL ŞÊX Û ASOYÊN WÊ

Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser pêşketinên dosyaya Xezayê û Lûtkeya Aştiyê ya li Şerm El Şêx. Rojnameyê diyar kir ku  îhtîmala vegera şerên berfireh li Şerîda Xezayê qels dimîne û destnîşan kir ku sedema vê yekê westandina leşkerî ya Îsraîlê û zexta navneteweyî yên li ser wê ye. Lê belê, hişyarî da ku "heke dan û standin bi ser nekevin an Hemas ji nû ve xwe birêxistin bike, dê operasyonên xwe careke din bide destpêkirin."

Rojnameyê îşaret pê kir ku meyla Îsraîlê ew e ku "Modela herêmeke tampon li Xezayê" mîna modela sînorê Lubnanê bipejirîne, di heman demê de kontrola xwe ya ewlehiyê biparêze û rê nede jinûve biçekkirina Hemasê. Li gorî rojnameyê, mayîne Xezayê di rewşeke "şerekî kêm" de girêdayî lihevkirinê dîplomatîk ên der barê bêçekirina Hemasê û siberoja rêvebirina Filistînê.

(bb)