Koordînasyona Jinan a Partiyên Siyasî civiya

Jinên siyasetmedar girîngiya pêkanîna sîstema nenavendî di avakirina Sûriyeya nû de destnîşan kir û got divê jin di rêvebirina pêvajoyên siyasî de tevkarên sereke bin.

Koordînasyona Jinan a Partiyên Siyasî civiya
Koordînasyona Jinan a Partiyên Siyasî civiya
Koordînasyona Jinan a Partiyên Siyasî civiya
Koordînasyona Jinan a Partiyên Siyasî civiya
Koordînasyona Jinan a Partiyên Siyasî civiya
Koordînasyona Jinan a Partiyên Siyasî civiya
16 cotmeh, 2025   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk, civîna Koordînasyona Jinan a Partiyên Siyasî li dar xist. Seroka nivîsgehê Cîhan Xidro, hevserokên jin ên nivîsgehên meclisê û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Di civînê de rewşa siyasî ya li Sûriyeyê, girîngiya pêkanîna sîstema nenavendî wek vebijêrka esasî ya pêkanîna rêvebirineke çalak û giştî destnîşan kir.

Beşdaran bal kişand ser peymana 10’ê Adarê û bandorên wê li ser rewşa siyasî. Hate gotin divê jinên sûriyeyî beşdarî hemû pêvajoyên siyasî û dayîna biryaran bibin.

Jinan diyar kir ku paşguhkirina jinên sûriyeyî bandoreke neyînî ya mezin li ser maf û destkeftiyên wan kir.

Beşdaran hilbijartinên "Meclisa Gel" ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê rexne kirin û hate gotin, temsîliyeta jinan şermok e û ne layiqî têkoşîn û berdêlên ku jinan e û got beşdariya wan ji sedî 4 derbas nake.

Di civînê de rewşa rêxistinî jî hat nirxandin û behsa plana dema pêş hat kirin. Hate gotin divê li ser girîngiya sîstema nenavendî, pêşxistina rola jinan û mîsogerkirina mafên wan di Sûriyeya siberojê de plan werin lidarxistin. Beşdaran got divê siyasetên siberojê ku nûnertiya adilane û çalak a jinan di tevahî sazî û desteyan de mîsoger bike, were diyarkirin.

(bb)