QSD’ê nasnameyên 3 şervanên şehîd bûne aşkera kirin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê nasnameyên 3 şervanên xwe yên di hefteya derbasbûyî de di cih û rojên cûda de şehîd bûne, aşkere kirin. Yek ji şervanan di bersivdayîna êrişa şaneyên DAIŞ’ê de li Reqayê şehîd bû û 2 şervanên din di encama nexweşiyê de şehîd bûn.

QSD’ê nasnameyên 3 şervanên şehîd bûne aşkera kirin
16 cotmeh, 2025   09:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe ya fermî belav kir. Di daxuyaniyê de nasname û cih û şehadeta hersê şervanên şehîd bûne, aşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“3 şervanên me şehîd bûn. Yek ji wan di bersivdayîna êrişa şaneya razayî ya li gundewarê Reqayê de şehîd bû. Şevanê me bi qehremanî li dijî endamên terorist li ber xwe da û gihişt asta şehadetê. Hevalê me yê 2’emîn dema erka xwe pêk tanî, di encama krîza dil de şehîd bû. Hevalê me yê 3’yemîn di encama nexweşiya giran de şehîd bû.

Her sê hevalên me li pişt xwe sicliek zindî ji tekoşîn û berxwedanê hiştine, şehîd bûn. Di operesyonên li dijî ‘Rêxistina DAIŞ’ê’ ya terorist bi fedekarî cih girtin. Ji dil û can bêyî  gavan paş ve bavêjin, di qadên tekoşînê de cih girtin. Bi hemû hêza xwe beşdarî şeran bûn. Heta dawiyê bi baweriya serkeftina QSD’ê tekoşîna xwe ya li dijî teroristan dewam kirin. Di parastina aştiya civakî û aramiya herêmê de xwedî rolekî mezin bûn.

Em sersaxiyê ji malbata her 3’yê hevalên me yên şehîd û hemû malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Her roj israra me ya mezinkirina asta berxwedan û têkoşînê zêdetir dibe. Heta hêvî û daxwazên şehîdên me pêk neyên, em ê tu carî rehet nebin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Mehmûd

Navê rast û paşnav: Mehmûd El Ehmed

Navê dayîkê: Helîma

Navê Bav: Îdan

Cihê jidayîkbûnê: Kobanê- Kelmed

Cih û dîroka şehadetê: Reqa- Til El Semin- Di têkoşîna li dijî şandeya DAIŞ’ê de- 13’yê Cotmeha 2025’an

*****

Nasnav: Farûq

Navê rast û paşnav: Îsmaîl Ebdulhemîd

Navê dayîkê: Sebha

Navê bav: Ebid

Cihê jidayîkbûnê: Dêrazor- Siwer

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor- El Miwêlih- Kirîza dil- 10’ê Cotmeha 2025’an

******

Nasnav: Elî Reqa

Navê rast û paşnav: Hazim El Fewaz

Navê dayîkê: Wedha

Navê bav: Fewaz

Cihê jidayîkbûnê: Reqa

Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo-Nexweşiya giran- 15’ê Cotmeha 2025’an

(dc)