Di rojnameyên erebî de bandora kuştina Sinwar a li ser şerê Xeza û Lubnanê

Rojnameyên erebî kuştina lîderê Hemasê Yehya Sinwar wek qonaxeke nû ya şer bi nav kir. Hate gotin hin pisporan kuştina Sinwar wek derfetekê ji bo rawestandina şerê li Xezayê nirxand û hinek din jî got, şer dê di demeke nêzîk de bi dawî nebe.

Di rojnameyên erebî de bandora kuştina Sinwar a li ser şerê Xeza û Lubnanê
18 cotmeh, 2024   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da kuştina lîderê Hemasê û bandora wê ya li ser sibeorja şerê li Lubnan û Xezayê.

ˈGELO KUŞTINA SINWAR DÊ ŞERÊ LI XEZAYÊ BISEKINÎNE?ˈ

Rojnameya El Ereb cih da ser şerê Îsraîl û Hemasê û diyar kir ku îsraîlî di wê baweriyê de ne ku bi kuştina lîderê  Hemasê Yehya Sinwar re, astengiyeke mezin ya li pêşiya vegerandina dîlgirtiyên wê yên ji zêdetirî salekê ve li cem Hemasê ne, hatiye rakirin.

Rojnameyê sedema ku Îsraî di kuştina Sinwar de dereng ma jî wiha şîrove kir: "Mijara derengmayînê girêdayî hêza Sinwar a xwe veşartinê nîn in, lê ji ber ku Îsraîlê nexwest. Ger zû ew bikuşta, dê Amerîkayê zext lê bikira da ku şer rawestîne."

Di dewama gotarê de hat bibîrxistin ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu gotiye "kuştina Sinwar derfetek ji bo pêkanîna aştiyê ye", lê hişyarî da ku "şerê li Xezayê hîna bi dawî nebûye û heta ku dîl bên vegerandin dê Îsraîl şer bidomîne.”

‘KUŞTINA SINWAR DÊ BANDOREKE ÇAWA LI HEMAS Û ŞERÊ LI XEZAYÊ BIKE?’

Têkildarî heman mijarê rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku şerê li Xezayê ketiye "qonaxeke nû" û wiha nirxand: "Dibe kuştina Sinwar bihêle ku Îsraîlê şer bi dawî bike, li aliyekî din jî dibe ku nermbûnek mezin bide Hemasê."

Di dewama nivîsê de hate gotin şîrovekarê siyasî Mistefa Îbrahîm ji rojnameyê re axiviye û gotiye: "Kuştina Sinwar dê bandor û guhertinên mezin bi xwe re bîne."

Her wiha hat bibîrxistin ku piştî kuştina Sinwar tevgera Hemasê civîn der barê siberoja tevgerê û serokê bê, şerê heyî û dan û standinên agirbestê de li dar xist.

Rojnameyê diyar kir ku çavkaniyên din ên Hemasê yên agahdar dibêjin "tunebûna Sinwar dê navenda biryarê veguherîne derve (fermandarên tevgerê yên li derveyî Xezayê). Dibe ku ev yek jî destekê bide pêşxistina dan û standinên agirbestê ku bi leztir û hêsantir bibin.”

‘GELO KUŞTINA SINWAR DÊ DAWÎ LI ŞERÊ LI LUBNANÊ BÎNE?’

Tora El Eyn a Nûçeyan têkildarî kuştina lîderê Hemasê Yehya Sinwar û bandora wê li ser şerê li Lubnanê diyar kir ku pisporan kuştina Sinwar wek derbeyeke manewî ya mezin li Hizbullahê bi nav kir. Di heman demê de destnîşan kir ku şerê Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê ketiye rêyeke nû ku wê di demeke nêzîk de nesekine.

Her wiha hate diyarkirin "Li gorî pisporan, kuştina lîderê Hemasê dê bandorê li operasyonên leşkerî yên Îsraîlê neke û qada Lubnanê aram nake û girêdana di navbera eniyên Xeza û Hemasê de dê ji hev veneke.”

(bb)