Îsraîlê kuştina fermandarekî Hizbullahê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê Hizbullahê yê herêma Tîba hatiye kuştin. Her wiha diyar kir ku li Xeza û başûrê Lubnanê nêzî 15 dever kirine hedef.

Îsraîlê kuştina fermandarekî Hizbullahê ragihand
18 cotmeh, 2024   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî kuştina lîderê Hemasê Yehya Sinwar, artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê kuştina fermandarê Hizbullahê yê herêma Tîbayê ragihand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê fermandarê Hizbullahê yê herêma Tîbayê Mihemed Hisên Rîmal kuştiye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin hêzên Tûgeya 7ˈan a artêşê topên amade ku ber bi bakurê Îsraîlê ve werin avêtin, dîtin û wêran kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku "artêşê li Xeza û Lubnanê li nêzî 150 cihan daye. Çekdar depoyên çekan, qaîdeyên topavêjan, cihên suîqast û çavdêriyê kirine hedef."

Hizbullahê der barê kuştina fermandarê xwe de heya niha tu daxuyanî nedane.

(bb)