Dengdana taybet a hilbijartinên parlamentoya Başûrê Kurdistanê dest pê kir

Dengdana taybet a ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê dest pê kir.

Dengdana taybet a hilbijartinên parlamentoya Başûrê Kurdistanê dest pê kir
18 cotmeh, 2024   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Dengdan li 4 herêmên Başûrê Kurdistanê, Kerkûk û 7 parêzgehên Iraqê dest pê kiriye. Di dengdana taybet de tenê hêzên ewlekariyê dengê xwe didin. Mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesan îro heye ku dengê xwe bidin.

Ji bo dengdana taybet a hilbijartinên parlamentoya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê 165 navendên dengdanê hatine vekirin. Li Hewlêrê 62, li Silêmaniyê 57, li Dihokê 33 û li Helebceyê jî navendeke dengdana taybet hene.

Ji bilî çar parêzgehên Başûrê Kurdistanê, li Kerkûk, Bexda, Selahedîn, Nînowa, Diyale, Wasit û Enbarê jî navendên dengdanê hatine danîn.

Navendên dengdanê saet 07.00’an hatine vekirin û wê heya saet 18:00’an vekirî bimînin.

Hêjayî gotinê ye dengdana giştî wê di 20’ê mehê de pêk were.