Di qezaya tankera petrolê de kesekî din mir

Kesekî din ku di qezaya tankera petrolê ya li ser rêya Hums-Tertûsê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Di qezaya tankera petrolê de kesekî din mir
7 tîrmeh, 2026   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di qezaya tankera petrolê de ku duh bi şev li ser rêya navneteweyî ya Hums-Tertûsê rû dabû, 2 kes mirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, tankera petrolê qeza kir û şewitî.  Çirûskên agir gihaştin tankerên din ên nêzî cihê bûyerê û şewateke mezin derket.

Tîmên agirkujiyê berê xwe da cihê bûyerê û şewat vemirand. Aliyên têkildar jî dest bi nirxandina ziraran û lêkolînê kir.

Servîsa Parastina Sivîl duh ragihandibû ku di bûyerê de ajokarê tankerê jiyana xwe ji dest dabû, piştre birîndarekî jiyana xwe ji dest da.

Di bûyerê de miqdareke mezin a petrolê rijiya û rê bi awayekî demkî heya hat paqijkirin, li ber trafîkê hate girtin.

(bb)

ANHA