Di rojekê de 12 kes hatin kuştin

SOHR’ê diyar kir ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 12 kes hatine kuştin.

Di rojekê de 12 kes hatin kuştin
20 hezîran, 2025   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di 24 saetên dawîn de 24 kes di bûyerên cuda de hatine kuştin.

SOHR’ê der barê mijarê de agahî parve kirin da zanîn ku li  bajarê Humsê li devera navbera çerxerêya Tedmurs û herêma Dahiye de di navbera hêzên ewlehiya giştî ya ser bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komeke çekdar de şer derket. Hate diyarkirin ku di encamê de kesek hat kuştin. Li derdora bajarê Mişrifê yê gundewarê rojhilatê Humsê jî ji ber gulebaranê 4 kes hatin kuştin.

Heman navendê  ragihand ku li bajarokê Selhebiya Rojava ya gundewarê bajarê Reqayê di navbera du kesên de şer deket û di encamê de kesek hat kuştin.

Li bajarê Bûkemal ê rojhilatê Dêrazorê di êrişa çekdarên nenas de 2 jin hatin qetilkirin.  Li bajarê Ceblê yê Laziqiyê jî komeke çekdar kesek revand û îşkence lê kir, di encama îşkenceya dijwar de jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Nebik ê gundewarê Şamê jî kesek di encama gulebarana ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin, li taxa Şexîr ya bajarê Tertûsê ji ber nakokiyên malbatî kurekî bi kêran bavê xwe kuşt. Hate zanîn ku komeke çekdar li gundê Meîsîra yê navçeya Wadî El Iyûn ê bajarê Hemayê de bi ser mala şêniyek girt, piştre şênî sewqî derveyî gund kir û wî qetil kir.

(bb)