Wezîrê karên derve yê Îranê: Heta êriş bidomin em muzakereyan nakin
Wezîrê karên derve yê Îranê got di demekê de ku êrişên Îsraîlê dewam dikin, ew bi kesî re muzakereyan nakin.

Şerê di navbera Îsraîl-Îranê de di roja xwe ya 8’an de dewam dike. Rayedarên her du dewletan jî li pey hev radigihînin dê şer nesekine û tu muzakereyan nakin.
Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî daxuyaniyek da û got: “Amerîkiyan ji bo muzakereyan gelek caran peyam da. Tiştek ku em ji bo hevkarê vî sûcî Amerîkayê re bêjin nîn e. Ew dixwazin bi awayekî veşartî muzakereyan bikin. Lê di rewşa heyî de ku êrişên Îsraîlê dewam dikin, em naxwazin bi kesî re muzakereyan bikin.”
Her wiha Eraqçî got dê sibê li Cinêvê bi nûnerên welatên Ewropayê re hevdîtinan bike.