Di roja 4’an de şanoya ’Dawet’ hat pêşkêşkirin
Di roja çaremîn a Festîvala Şanoyê ya Arîn Bisk û Zuflên Aştiyê de, koma ji Helebê şanoya bi navê ’Dawet’ pêşkêş kir.
Festîvala 3'yemîn a Şanoyê ya Arîn Bisk û Zulfên Aştiyê bi dirûşma "Şano nasnameya hişmendiya civakî ye" di roja xwe ya 4’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê didome.
Di roja 4’an de ku bi dehan rewşenbîr, hunermend, şangoger, rexnegir û hezkiriyên şanoyê amadebûn de, koma ji Helebê şanoyek bi navê ’Dawet’ pêşkêş kir. Şanoya ’dawet’ ji aliyê Miyedîn Arselan ve hatiye nivîsandin û Abdurehman Omer derhêneriya wê kiriye.
Duh jî Koma Şano ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a ji Hesekê şanoya bi navê ’Mûm û Çira’ pêşkêş kir. Şano behsa dîroka Kurdan dike. Koma Tevgera Hîlala Zêrîn a ji Kobanê jî şanoyek bi navê ’Guhertin’ pêşkêş kirin ku balê dikişîne ser jiyana dayikan û zewaca bi darê zorê dike.
Festîvala Arîn Bisk û Zufên Aştiyê wê heya 12’ê Cotmehê dewam bike.
Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Firatê û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê Ji bo bîranîna fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan a ku 5’ê Cotmeha 2014’an çalakiyeke fedaî li Girê Miştenûrê yê Kobanê li dijî DAIŞ’ê kiribû, her du salan Festîvala Şanoyê ya Arîn Bisk û Zufên Aştiyê ye, li dar dixe.
(bb)
ANHA