Ji çalakiyên şermezarkirina komployê: Em ê fikrên Rêbertî belav bikin

Beşdarên çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyînya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku ew ê belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan bidomînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

Ji çalakiyên şermezarkirina komployê: Em ê fikrên Rêbertî belav bikin
Ji çalakiyên şermezarkirina komployê: Em ê fikrên Rêbertî belav bikin
Ji çalakiyên şermezarkirina komployê: Em ê fikrên Rêbertî belav bikin
8 cotmeh, 2024   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziyên Civaka Sivîl û Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Girê Spî di çarçoveya çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, daxuyaniyên cuda dan.

AMÛDÊ

Meclisa Kongreya Îslama Demokratîk a Amûdê daxuyaniyek bi zimanê Erebî ku ji aliyê rêveberê meclisê Emar El Qadirî ve hat xwendin, da.

Daxuyanî li pêşiya mizgefta Selahedîn El Eyûbî ya bajêr û bi beşdariya endamên saziyên Rêveberiya Xweser û endamên meclisê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Her wiha hat diyarkirin ku armanc ji komployê têkbirina projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan e û wiha hat gotin: "Rêber Abdullah Ocalan hewl dida rewşa siyasî biguherîn, ji ber wê komplo li dijî wî hat hûnandin, ji ber ku fikrên wî li dijî projeyên desthilatdariyê ne."

Di dawiya daxuyaniyê de banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku bi xwe rêya tekane ya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e, hat kirin.

EYN ÎSA

Nivîsgeha PYD'ê ya bajarê Girê Spî daxuyaniyek ku ji aliyê hevserokê nivîsgehê Sebrî Nebo ve hat xwendin, da.

Daxuyanî li pêşiya nivîsgehê ya bajarê Eyn Îsayê û bi beşdariya bi dehan şêniyên bajêr û koçberên Girê Spî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewletên kapîtalîst şeran li Rojhilata Navîn peyda dikin da ku hegemoniya xwe ya li ser gelan bidomînin û wiha hat gotin: "Lê bi derketina fikrên Rêber Abdullah Ocalan re û piştî ku gelên bindest ew fikr şopandin, gef li berjewendiyên wan dewletan hat xwarin û ev jî bû sedema ku li dijî wî komployê bihûnin."

Di dawiya daxuyaniyê de banga bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, hat kirin.

MINBIC

Di heman çarçoveyê de, Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê daxuyaniyek ku ji aliyê rêvevera Meclisa Jinan a meclisê Sebah El  Merî ve hat xwendin, da.

Daxuyanî li navenda bajêr û bi beşdariya endamên meclisê û malbatên şehîdên kantonê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komplo amûrek ji bo qirkirina projeya biratiya gelan e.

Di daxuyaniyê de komploya li dijî gelên cîhanê ya di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de hat şermezarkirin û soza domandina têkoşînê ji bo pêkanîna armancên şoreşê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, hat nûkirin.

Her wiha soza belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan, hat nûkirin.

(mh)

ANHA