Leyla Zana: Banga Birêz Ocalan fersendeke dîrokî ye

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana diyar kir ku hê jî êşa Komkujiya Helebce nû ye û got: “Ji bo komkujî li ser erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn bi dawî bibin, banga Birêz Ocalan fersendekî dîrokî ye."

Leyla Zana: Banga Birêz Ocalan fersendeke dîrokî ye
16 adar, 2025   21:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di salvegera 37’an a Komkujiya Helebceyê de li ser hesabê xwe yê civakî daxuyaniyek da û got: “Birîna Komkujiya Helebce ya tê wateya qirkirinê ku li ber çavê cîhanê berî 37 salan pêk hat, hê jî nû ye."

Zana got: “Di salvegera birîna Helebce ya nayê pêçan de, ji bo komkujî li ser erdnîgariya Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi dawî bibin, banga Birêz Ocalan fersendekî dîrokî ye. Ji bo ev bang pêk were, di pêşengtiya wî de ketina meryetê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Çawa ku Kurdan li ber qirkirin, mirin, zorî, zext û gefan çok nedanî, hê jî ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet biryardariya xwe nîşan dide. Qurbaniyên Helebceyê bi rêz û minet bibîr tînim. Ji bo careke din ev êş pêk neyên, divê ji erk û berpirsyarî xwe nedin alî. Ji bo ya nû bê avakirin çiqasî zehmet jî be, rêya herî rast e. Hewldan, xîret, cesaret û biryardarî dixwaze. Ji desthilatê heta muxalefetê pêwîstiya me û heta her kesê ji banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ heye. Hêviya me ew e ku; ne xeyidîn, xweragirî, ji bo çareseriyeke nedemkî herdemî di serî de Birêz Serokkomar û Birêz Bahçelî her kesê di vê dema dîrokî de ji bo ‘ne mirinê, jiyanê’ însiyatîf bigire û erka dikeve ser milan bi biryardarî bi cih bîne, ye. Ev berpirsyariya me ya hevpar e. Aştî bereket û jiyîn e.”