Ji 500 kesayet û saziyan pirtûka Rêber Abdullah Ocalan
Nirxandin, analîz, daxuyanî û şîroveyên 500 kes û saziyên navneteweyî yên li ser Rêber Abdullah Ocalan di pirtûka bi navê, "Bîst û Pênc Sal Li Ser Girtina Mandelayê Rojhilat" de hatin komkirin.
Li paytexta Misir Qahîreyê pirtûkek bi sernavê (Bîst û Pênc sal li ser girtina Mandelayê Rojhilatê) hat çapkirin, tê de daxwazên 500 kes û saziyên navneteweyî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan cih digirin. Pirtûk ji aliyên Şerîf Ebdulhemîd veh hatiye amadekirin.
Di pêşgotina pirtûkê de hatiye nivîsîn: “Tevî ku di encama komployekê de hate girtin û 25 sal di ser girtin û zindankirina Rêber Abdullah Ocalan re derbas bû, lê Rêber û ramyarê enternasyonalîst Abdullah Ocalan, wê bimîne weke sembolek cîhanî û mirovahî ya têkoşînê, ne tenê ji bo kurdan lê ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê.”
Di pirtûkê de parçeyên ji analîzên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser komploya navneteweyî, pirsgirêkên Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd cih digirin. Her wiha di pirtûkê de hemû gotar, daxuyanî, analîz û encamên kampanya komkirina îmzeyan a di çarçoveya kampanyaya cîhanî ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de hatiye destpêkirin de cih digrin.
Ji gotanên pirtûkê, analîza endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Duran Kalkan a bi sernavê "Çavên damokrat û azadîxwazan ber bi Îmraliyê ve ne" û gotara Nivîskarê misirî Îlhamî El Melêcî, bi sernavê "Abdullah Ocalan di nav Kurdên hundir û derveyî Tirkiyeyê de lîderekî siyasî û ramyarî yê bi bandor e " hene.
Her wiha gotareke rojnamevan û pispora dosyaya jinên Misrî Şeyma El Şewarbî bi sernavê: "Di nava25 salan (Ocalan) tenê weke laş girtî bû... û nifşên nû ramên wî pejirandin pêk anîn" di pirtûkê de atiye weşandin.
Di pirtûkê de daxuyaniya endamê berê yê Komîteya Têkoşîna li dijî Îşkenceya li Girtîgehan a Ewropayê (CPT) Jean-Pierre Ratalini, hevpeyvîna bi serokê Partiya Karame ya Misrê Seyîd El Tûxî, daxuyaniya rêveberê navneteweyî yê Unite The Union, daxuyaniya endamê înîsiyatîfa "Ji Ocalan re Azadî" Simon Dobbins û gelek gotar û hevpeyvînên din jî cih digrin.
(k)