Di pevçûnên bi çeteyên DAIŞ`ê re li Kerkukê efserekî Iraqî hat kuştin

Di pevçûnên bi çeteyên DAIŞ`ê re li Kerkukê, efserekî Iraqî hat kuştin. Li herêmê operasyonên ewlehiyê yên berfireh ji bo şopandina DAIŞ`ê hat pêkanîn.

Di pevçûnên bi çeteyên DAIŞ`ê re li Kerkukê efserekî Iraqî hat kuştin
5 tîrmeh, 2026   18:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Dijî Terorê ya Iraqê îro ragihand ku  di pevçûnên bi çeteyên  DAIŞ`ê re li parêzgeha Kerkukê efserek hat kuştin.

Serokê dezgehê, General Kerîm El Temîmî, got ku "efserê bi navê Hesen Xidêr Zixîr dema ku erkê ewlehiyê di çarçoveya operasyonên şopandina bermahiyên rêxistinê de pêk dianî hat kuştin."

(k)

ANHA