Meclisa Jinan a PYD`ê li Dirbêsiyê geşedanên siyasî yên dawî nirixand

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Dirbêsiyê ji bo nirxandina geşedanên siyasî yên dawî civînek li dar xist.

Meclisa Jinan a PYD`ê li Dirbêsiyê geşedanên siyasî yên dawî nirixand
Meclisa Jinan a PYD`ê li Dirbêsiyê geşedanên siyasî yên dawî nirixand
Meclisa Jinan a PYD`ê li Dirbêsiyê geşedanên siyasî yên dawî nirixand
Meclisa Jinan a PYD`ê li Dirbêsiyê geşedanên siyasî yên dawî nirixand
5 tîrmeh, 2026   16:31
HESEKÊ

Meclisa Jinan a PYD`ê li Dirbêsiyê îro ji bo nirxandina geşedanên siyasî yên dawî, bi beşdariya jinên ji rêxistinên civaka sivîl, meclis û tevgerên jinan, li navenda partiyê ya li bajêr civînek li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre ji rêveberên meclisa Jinan a PYD`ê Netewî Xemgîn axivî.

Netewî Xemgîn diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ji bo bidestxistina aştî û azadiyê û dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên heyî projeya çareseriya demokratîk pêşkêş kiriye.

Netewî destnîşan kir ku negihîştina çareseriyek ji bo pirsgirêka Kurd dê bidestxistina aramiyê û jiyana aştiyane dijwar bike.

Beşdarên civînê jî der barê geşedanên siyasî pirs û nêrînên xwe anîn ziman.

(k)

ANHA