Welatî edaleteke çawa dixwazin?

Welatiyên Sûriyeyê diyar kir ku edaleta pêvajoya veguhêz ne tenê girêdayî dadgehekirin û hesabpirsînê ye, lê pêdiviya wê bi avakirina jiyanêk ku mafan mîsoger bike, serdestiya qanûnê bisepîne, baweriyê vegerîne û rê li ber dubarebûna binpêkirinan bigire.

Welatî edaleteke çawa dixwazin?
6 tîrmeh, 2026   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Sûriyeyê nîqaşên der barê edaleta pêvajoya veguhêz (derbasbûnê) de hîn di rojevê de ne. Lê pirsên ku derdikevin pêş ev; gelo sûriyeyî edaleteke çawa dixwazin û darizandina sûcdaran tenê têra pêkanîna edaleta veguhêz dike ya na? 

Şêniyê bi navê Ebdulqadir El Heco yê ji bajarê Hemayê û Samir Milhim ê ji Humsê got “pêşî hesabpirsîn piştre lihevhatin”.

El Heco lihevhatina bêyî hesabpirsîn wek nixumandina sûc pênase kir û got berî aşkerakirina rastiyan û naskirina şaşiyan, ne mimkun e rûpela berê were girtin.

Milhim jî destnîşan kir ku divê destpêkê şaşî werin naskirin û edalet ji qurbaniyan re were pêkanîn.

Basil Şehûd ê ji gundewarên Selemiyê yê Hemayê jî girîngiyê dide lihevhatina nîştimanî û wê wekî garantiya ewlehiya welat û rêgirtina li ber parçebûnê bi nav kir, bi şertê ku sûcên mezin ji her cure lihevhatinê bên derxistin. Basil Şehûd hişyarî da ku hesabxwestina giştî dikare birînên berê ji nû ve veke.

Yûsif Mihemed ê ji Humsê jî destnîşan kir ku pêkanîna edaletê hesabpirsîn û lihevhatinê her duyan digire nava xwe û got hesabpirsîn dikare pêşî li dubarebûna binpêkirinan bigire û lihevhatin jî baweriyê ji nû ve ava dike.

Kesên axivîne diyar kir ku baweriya bi saziyên heyî sînordar e, lê ne ku mimkun nîn e.

Ebdulqadir El Heco anî ziman ku sazî hîna ji koka gendeliyê xilas nebûne, lê eger guherîneke rasteqîn di proformansa xwe de çêke, dikare derfet jê re were dayîn.

Basil Şehûd got bawerî bi daxuyaniyan ava nabe, lê bi pêşkêşkirina xizmetên şênber û rêgirtina li ber şantajkirin û gendeliyê dibe.

Yûsif Mihemed îşaret bi vê yekê kir ku ji bo bawerî bi saziyan çêbe, divê şefafiyek, serdestiya qanûnê û hesabpirsîn hebin. Lê li gorî wî ev pîvan heya niha tune ne.

Samir Milhim, xurtkirina şefafiyet û hesabpirsîn wekî dergehên sereke yên ji nû ve vegerandina baweriya welatiyan bi saziyên dewletê re wesifand.

Kesên axivîne, behsa ewlehiyê jî kir û got têgeha ewlehiyê bi hebûna dewleta qanûn û saziyên ku mafên wan biparêzin ve girêdayî ye.

Li gorî El Heco, ewlehî ew e ku zarok bi ewle bijîn, êdî kabûsên şer nebînin û siberoja xwe bi zelalî bibînin.

Şehûd jî ewlehiyê dispêre istiqrara rewşa jiyanî, kontrokirina buhayan û dabînkirina jiyaneke rojane ya aram û got: ‘‘Ewlehî ew e ku dema tu şiyarî bibî tu bizanî ku buhayê nan zêde nabe û rêya zarokên te ya çûna dibistanê ewle ye.‘‘

Yûsif Mihemed da zanîn ku ewlehî bi hebûna qanûnên adilane ku li ser her kesî were pêkanîn, azadiya derbirînê, têkiliyên civakî yên hevgirtin û îstiqrara aboriyê dest pê dike. Samir Milhim jî ewlehî bi van gotinan şîrove kir: ‘‘Hestê ewlehiyê kengî pêk tê? Dema ku welatî bikarin bi serbestî nêrîna xwe bînin ser ziman û qanûn serdest be û tevahî welatiyan biparêze.‘‘

(bb)