Di pêşangehê de pirtûkên ziman û dîroka pêkhateyan
Pêkhateya Suryan û Ermen bi berhemên çanda xwe beşdarî Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol a 8`an bûne. Di pêşangehê de herê zêde pirtûkên dîrokî û fêrkirina ziman ê Suryanî û Ermenî tê wergirtin.
Komeleya Suryan a Çandî li Sûriyeyê û Meclisa Ermenî ya Civakî bi berhemên girêdayî çand, dîrok, huner, siyaset, çîrok, helbest û roman ên ku serpêhatiyên gelê Suryan û Ermen yên ku zimanê wan bi salan ji aliyê desthildaran ve dihate qedexekirin vedibêjin, beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 8`an bûne.
BÊTIR ÊN FRÊKIRINA ZIMANÊ SURYANÎ TÊN GIRTIN
Komeleya Suryan a Çandî li Sûriyeyê bi zêdetirî 700 pirtûk û 200 sernavan ên li ser asta Sûriyeyê û Iraqê bi zimanê Suryanî, Erebî û Ingilîzî tevlî dewreya 8`an a pêşangeha şehîd Herekol bûn.
Li gorî agahiyên ku Endama Rêveberiya Komeleya Suryan a Çandî li Sûriyeyê Ruba El-Fireyhat dane me heta asteke baş xelk pirtûkan dibin, lê girtina pirtûkên bi zimanê Suryanî kêm e. Pirtûkên fêrkirin û rêzimanê Suryanî zêdetir tên kirîn û pirtûkên ku dîroka gelê Suryan vedbêje jî baş tên girtin.
PIRTÛKÊN DÎROKA ERMENAN ZÊDETIR TÊN GIRTIN
Meclisa Ermenî ya Civakî jî ji dewreya 6`an ve beşdarî pêşangehê dibe, îsal jî bi 500 pirtûkan û 400 sernavan ên bi zimanê Ermenî û Suryanî tevlî pêşangehê bûye.
Berpirsyarê Komîteya Perwerde û Çandê di Meclisa Ermenî ya Civakî Hena Somê diyar kir ku tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hejmareke baş ji weşanxane, pirtûkxane û navendan bi gelek zimanan beşdarî pêşangehê bûne.
Hena Somê serdanên şênî, nivîskar û rewşenbîran ji bo pêşangehê di asteke ku tê qebûlkirin nirxandin û li ser pirtûkên ku zêdetir tên kirîn got: “Pirtûkên derbarê dîroka komkujiyên ku ji aliyê Osmaniyan ve li dijî Ermenan pêk hatine û pirtûkên fêrkirina zimanê Ermenî herî zêde tên girtin.”
ANHA