Hizbullah Til Avîv hedef girt û Îsraîlê Beyrût bombebaran kir

Piştî ku Hizbullah vê êvarê bi moşekan baregeha îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê li nêzî Til Avîvê hedef girt, artêşa Îsraîlê herêmên Ewzaî û taxa Herîk ên başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

Hizbullah Til Avîv hedef girt û Îsraîlê Beyrût bombebaran kir
21 cotmeh, 2024   23:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî vê êvarê Hizbullah baregeha îstîxbarata leşkerî ya Îsraîlê ya li nêzî Til Avîvê topbaran kir, artêşa Îsraîlê herêmên Ewzaî û taxa Herîk ên li başûrê Lubnanê bombebaran kirin.

 Çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Refîq El Herîr a li Beyrûtê ji Ruetersʹê re diyar kir ku bombebaran li nêzî nexweşxaneyê bû, bi taybet li rawestgeha taybet a erebeyên nexweşxaneyê bû.

(fr)