Eşîrên Tey û Şerabî: Em piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin 

Şêx û rûspiyên êlên Tey û Şerabî yên Ereb piştevaniya xwe ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nîşan da.

Eşîrên Tey û Şerabî: Em piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin 
6 kanûn, 2024   16:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku têde ji her kesî hate xwestin piştgiriya hêzên parastinê bikin, şêx û rûspiyên êlên Tey û Şerabî bi daxuyaniyên cuda piştevaniya xwe bo hêzên parastinê nîşan dan.

Daxuyaniya êla Şerabî li gundê El Hemer ê bajarê Holê bi beşdariya bi dehan rûspiyên êlê, ji aliyê şêx Bender Ubêd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em bi yekitiya axa Sûriyeyê re ne, dijî hemû cureyên cudahiyê ne û têkiliyên biratî yên di navbera pêkhateyan de diparêzin. Her wiha em piştgiriya QSD’ê dikin ku yekitiya axa Sûriyeyê diparêze."

Her wiha Meclisa Eşîrên Tey a Ereb a Sûriyeyê jî daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê serokê meclisê şêx Hesen Ferhan ve li nivîsgeha meclisê ya li Qamişloyê, bi beşdariya rûspî û şêxên eşîrê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Meclisa Eşîra Tey pabendî parastina herêmê ye û ji me hemûyan tê xwestin ku li hember komên çete yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike ji bo dagirkirina axa me, tê bikoşin. Endamên eşîra Tey yên resen kir ku malên xwe vekin û destê alîkariyê bidin kesên ku ji herêmên ku ji aliyê komên çete ve hatine koçberkirin. "

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin: "Divê em hemû bi li ber xwe bidin, ji bo parastina xaka xwe û gelê xwe.”

(k)